Li gundikê Xirbereşê yê Alîtaşê yê Erxeniya Amedê ku bi sedan sal in niştecihên vir hene jî dewlet ji bo polîgona balafirên şer çebike, zorê dide welatiyên ku wan ji vir derxîne. Nêzî salek e ku li ser biryara Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê dixwaze li gundike Xirbereşê polîgona balafirên şer ava bike vê yekê bi riya Qeymeqamê Erxeniyê teblîxî gundiyan kir. Bi vê teblîxê dixwazin welatiyan ji cih û warên wan derxînin.
'Kî dagirker e?'
Qeymeqamê Erxeniyê ku ji welatiyên bi sedan sal in niştecihên gundike Xirbereşê re teblîgata ku şandî jî balkeşe. Di teblîgatê de hin peyv û hevokan ku qeymeqqamtiyê bi kar anînê wekî niştecihên gundikê Xirbereşê sûcdar derdixe û qaşo welatiyan gundik dagir kirine û wan jî ev yek tespit kirine! Di teblîxatê de pûxteyeke din jî girîng e ku qala dewirkirina gundikê ku bê valakirin û di bin kontrola Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê de Serokatiya Daîreya Razemeniya Ewlehiya NATO û Emlaka Înşaatê dike û ev yek jî pirsan tîne hişê mirovan. Her wiha teblîxata ku di 9'ê îlonê de hat kirin de ji bo welatiyên gundik derkevin 15 roj dem dane wan. Ji ber ku welatiyan gundik wala nekirin jî roja înê qeymeqam tevî leşkeran bi ser gundik de girtin û gef li welatiyan xwarin. Niştecihên gund diyar kirin ku qeymeqam ji wan re gotiye yan hûnê bi riza xwe derkevin yan jî wê li hemberî wan zor bi kar bînin.
'Ev cih û warê me ye'
Nîştecihê gundikê Xirbereşê Fîkret Kaçar diyar kir ku ew teblîxata çend roj berê ji wan re hatiye ji wan re dibêje lez gundik wala bikin û wiha got: "Di teblîxatê de ji me re dibêjin dagirker. Lê belê hîn dewleta Tirkiyeyê ava nebû ev der wargeha kal û bavên me bû. Ji me re dibêjin 'heke hûn dernekevin emê bi zorê we derxin. Di vî warî de ji destê kê çi tê em dixwazin bila alîkariya me bikin û me ji vî derdî xelas bikin. Tu derên me ku em biçinê tune ne." Kaçar da zanîn ku rayedarên tirk û hikûmeta AKP'ê qalê çareseriya pirsgereka kurd dikin lê belê ev tişt wekî di vê projeyê de jî xuya dike tu eleqeya wan bi çareserkirinê re tune ye û ev proje jî xizmeta şer dike. Kaçar bilêv kir ku tenê bi gundikê wan valakirinê polîgona balafirên şer nayê çêkirin û wiha axivî: "Li derdora gundikê me gelek gundên din jî hene. Bi vî awayî dê çawa polîgona balafirên şer çêbikin. Em bibêjin çêkirin, sibe du sibe dê ev gundên derdorê jî zirarê bibînin. "
'Çareserî bi vî rengî nabe'
Derheqê mijarê de parêzer Reyhan Yalçindag jî axivî û got ku belgeyeka şûna gundikê Xirbereşê wekî mîna malê xezîneyê nîşan dide tune ye û ligorî gotinên gundiyan ew der ji kal û pîrên wan ji wan re ma ye û anî ziman ku tu heqê dewletê li ser redê wan tune ye û dewlet nikare doza tu mafî bike. Yalçindag bal kişand ser şûna ku dewlet lê dixwaze polîgona balafirên şer çêbike û ev tişt anîn ziman: "Li der dora wî gundikî gundên ku welatiyên sivîl le dijîn hene. ."
DIHA/AMED