12’ê Mijdara 2017’an, bi şîdeta 7.3 pileyî li Kirmaşanê erd hejiya bû û herî kêm 630 kes miribûn, nêzî 12 hezar kes jî birîndar bûbûn.Ev erdhej erdheja herî dijwar a 10 salên dawî yên li Îranê bû. 70 hezar mirov ji ber erdhejê bê mal man.Rewşa herî giran û metirsîdar jî, rewşa mirovên bê mal mane. Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûn, hîn jî gelek mirov li binê konan e.Zivistana Kirmaşanê gelekî dijwar e, lewma mexdûrên erdhejê yên li derve mane, di rewşa xirab de ne. Şaredarê bajarê Sarpolê Zahab Mûhammed Cemal Niya meha Cotmehê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku hîn 30 ji sedî yê gelê ku erdhejê bandor lê kir, hîn li derve ne.Şaredarê Sapolê Zahab jî roja 14’ê Îlonê ji ajansa nûçeyan a Îlnayê re axivî û rêveberiya Serokkomar Hasan Rûhanî rexne kir ku tiştek nekiriye. Şaredar her wiha gotibû, ji ber ku tiştek ji bo mexdûrên erdhejê nayê kirine, hin ji şêniyên herêmê  ji bo debara xwe gurçikên xwe firotine.

 

ANF/KIRMAŞAN