Romana “Hinara Dawî ya Dinyayê” ya nivîskar Bextiyar Elî, piştî ku li gelek zimanan hat wergerandin, niha jî wergera wê ya bi Erebî hat kirin. Werger ji aliyê Iraqiyekî ve ji Farisî ber bi Erebî ve hatiye kirin. Li gorî agahiya wê roman bi Erebî di demeke nêz de bê weşandin.
Wergêrê Kurd Merîwan Helebceyî, ev roman û çend berhemên din ên Bextiyar Elî wergerandine Farisî; “Romana ‘Hinara Dawî ya Dinyayê’ ya Bextiyar Elî ji aliyê wergêr Xesan Hemdanî yê ji Bexdayê, ji Farisî bo Erebî hatiye wergerandin.” Merîwan Helebceyî dibêje ku Xesan Hemdanî wergêrekî navdar ê Ereb e û zêdetirî bîst pirtûk ji zimanê Farisî bo zimanê Erebî wergerandine û nêzîkî 10 pirtûk jî ji Erebî kirine Farisî.
Hêjayî gotinê ye ku nivîskar û wergêr Besam Mistefa romana “Hinara Dawî ya Dinyayê” ji Soranî kiriye Kurmancî û herwiha romana Bextiyar Elî ji bilî Farisî, bi Elmanî û Îtalî jî hatiye wergerandin û biryar e bi zimanê Fransî jî were belavkirin. Di serdaneke xwe ya rojnameya me de Bextiyar Elî bi xwe gotibû, wergera romanê bi Tirkî jî amade ye, lê weşanên Dogan a ku werger daye kirin, hîna biryara çapa romanê nedaye.
NAVENDA NÛÇEYAN