Ji Hindistanê mirov çawa li Kurdistanê dinihêre, yek ji wan mijaran e ku di warê lêkolînên li Hindistanê de û di warê nivîsên populer de, mirov bi têra xwe çavkaniyên ingilîzî nivîs re rûbirû dihêle. Lê mijara me ne ew e. Vê carê jî mijara me Hindistan û li Hindistanê çavkaniyên bi Ingilîzî ne; lê li ser Êzîdîtiyê. Profesor Subhash Kak ê ku di rastiyê de li ser ilmên fenê pispor e, di heman demê de nivîskarek e ku bi mijarên civakî û dîrokî jî dadikeve. Wî ji kovara bi navê PGurus re li ser têkiliya di nevbera Êzîdiyan û Hindiyan de nivîsandiye. Gotara bi navê “Êzîdî û Hindistan” de xasma îşaret bi biserhevdeçûna dîn û mîtolojiya Hindî û hêmanên li cem Êzîdiyan dike.
Ji keskesorê heta bi kiras guhertinê
Di gotarê de herî zêde li ser rola Tawisî Melek di ola Êzîdiyan de tê kirin û li ser têkiliyên muhtemel ên bi Hidistanê re jî wiha tê rawestandin: “Gelek Êzîdî îdîa dikin ku ji Hindê hatine, dibe ku ev pîrozkirina tawis, ha ji vê bibîranîna cihê jêhatinê be. Li Hindistanê, erê, Tawis amûreke veguheztinê ya Skanda* ye, lê ew her wiha bi Krîşna re jî têkildar e, lewma ew perikekî tawis di nava porê xwe de yan jî li ser taca xwe digerîne. Ji heft rengên sereke yên keskesorê, Tawisî Melek tê têkildarkirin bi rengê şîn re. Ev rengê şîn rengê sereke yê Kṛṣṇayê ye jî. Ji bo wan marê li ser darê metaforek e ji bo marê hundirê mirovî (kundalini) yê ku xwe li movikê digobilîne.
Êzîdî berê xwe didin rojê û dua dikin, tenê duaya nîvrojê ne ber bi rojê ve ye, lê ber bi Lalişa Nûranî ve ye. Ew ji kirasguhertinê bawer dikin û ew bawer dikin ku melek (ji bilî Tawisî Melek) li dinyayê kirasê mirovên xas li xwe dikin. Eynî weke Hidûyan ji bo vê gera ruh ew jî dibêjin kirasguhertin.
Tirkan 5 Tawis dizîn
Weke çandên din ên Hindo Ewrûpî, Êzîdî jî civakeke li 3 çînan dabeşkirî ne, ev jî Şêx, Pîr û Mirîd in û tenê di nava vê çînê de dikarin bi hev re bizewicin…
Teqwîma Êzîdiyan heta bi beriya mîladê 4750 diçe. Ya xuya ew e ku ev têkildarî lîsteya qralan a Hindî ye ku heta bi beriya mîladê 6676 diçe, çawa ku dîrokzanê Yewnanî Arrian di vegotina sefera Skender de behsa wê dike.
Di dema pîrozkirina sersalê de lempeyên bronz ên bi Tawis hatine tacîdarkirin ê bi navê sencax, yên ku dişibin lampeyên tawisê ji bronz ên ārati, ji mekanekî mîrî ber bi mekanekî din ê mîrî ve qewal di gundên Êzîdiyan re bi merasîmê dibin. Wisa bawer dikin ku sencex ji Hindistanê tên, û serê pêşî ew heft bûne, yanî yek ji bo melekeke sereke yê pîroz. Lê Tirkan 5 ji wan stendine û niha tenê didu mane.
Êzîdî semboleke berxwedêrî û sernetewandina mirovan in. Weke miletekî di dîroka dinyayê de zilm li wan tê kirin, hêja ye mirov hem pesnê wan bide û hem jî pişta wan bigire, ji ber wêrekiya wan a beramberî ecêbên herî mezin.” ****
* Skanda xwedawenda şer a Hindû ye ku bi navên Kartikeya, Murugan û Kumara jî tê nasîn.
** Krîşna yek ji xwedayên mezin ên Hindû ye. Ew ji 8 xwedewandên sereke yê xwedayê herî mezin bê hesibandin jî bi tena serê xwe jî weke xwedayê mezin tê dîtin.
*** Yogî li gorî Hindûîzmê, ew kesên bawermendên Yogayê ne. Yoga yek ji 6 mezhebên ortodoks ên Hisdûîzmê ye.
****https://www.pgurus.com/the- yazidis-and-india/