Ziman bi deng, bi kite û bêje, bi risteduristkerî û hevoksaziya xwe ve; di hizirîn, axaftin û nivîsandinê de diyardeya herî sereke ye di berhema/ên wêjeyî de.Yek berhema hûnerî nîne, ku têkiliya wê bi ziman, şêweya bikaranîna ziman, şikl û şêwaza vegotinê  re tunebe. Her berhema zimanî – devkî an jî nivîskî- ne  di asta wêjeyî de be jî, ew  berhemeke zimanî ye.
Li gel vê taybetiya ziman a di wêjeyê de, ziman ferebazneyek e ku çanda her neteweyî hembez dike ye jî. Û ew wekî saziyeke navendî ye. Ji ber hindê, em çandê dikarin wisa rave bikin: Di prosesa  pêşveçûna dîrokî û civakî de tiştên ku têne pê, pêkhatina her cure nîrxên maddî û manewî, û bi hemû derfetên destûrdar ragihandina van nîrxan bo cîlên siberojê, pîvana serweriya mirov ya li ser surişt û civakê  …  
Ji vê pênaseyê/ravekirana li jorê jî diyar e, ku  ziman û ber û berhemên jê teşegirtî: wêje, alavên ku dikevin  nava bazneya çandê ne. Ji ber vê taybetmendiyê jî, heta ku ziman û wêjeya civatekê neyê xwendin, neyê helsingandin, em ê nikaribin derbarê çanda wê  de nîrxandinekê rast û durust bikin.  
Li hêla din; di warê zanistê de, felsefeyê, derûnnasiyê û hwd. de ziman di berhem û bermayiyan li vî rexî de di rewşeke navgînî/alavî/hacetî de ye. Ji ber ku di zanistê de ya girîng, biservebûna rastiyê ye, lêkolînên di vî warî de hatine/têne kirin in.
Di felsefeyê de raman be diyardeya sereke, di psîkolojiyê de rûdanên derûnî, di resmê de xêz û reng; di muzîkê de newa û deng, di peykersaziyê de şikl û fîgur; di endazyariyê de avadanî û estetîk, -ji ber ku xîtabî çav dikin- diyardeyên girîng in.

Lê di wêjeyê de?

Di wêjeyê de ziman, ne hew û bi tenê alavek e: avahî, avakarî,  şêwe û şêwaz, kewn û kemilandin, sipehîkirin û xemilandin û bi watekirana berhemê bi xwe ye.
Bi kurtasî em dişên bibêjin, ‘Wêje hûnereke zimanî ye’. Ji lew, şêweya herî pêşketî (di berhemên serkeftî de) a zimanekî jî di wêjeya wî de dikare were dîtin. Wekî mînak, em dikarin vegerin dev Ehmedê Xanî’yê ku dibêje:

Hasil, ji ‘înad, eger ji bêdad
Ev bide’te kir xilafê mu’tad
Safî şemirand vexwarî durdî
Manendê durê lîsanê kurdî
Înaye nîzam û întîzamê
Kêşaye cefa ji boyê ‘amê*


Wekî  ku ji  peyvên ‘nîzam:teşe,pergal û ‘întîzam’ê: teşadayî, pergaldar,bi rêk û pêk jî diyar e, wêje, bi her berhema wêjeyî  zimanekî ji rewş û reng û durvê li ber dest, hildigire, hildişîne asteke bilindtir.
Ev asta bilind a ziman, bi navê zimanê wêjeyî dikare were binamkirin.
Her zimanî di serdeminan de berhemine ku 5 hezar sal in têne xwendin, lê mîna ku berhemine îroyînbin hê jî me bi spehitiya xwe ya zimanî, bi hûnandina xwe ya bedewî, kartekê li hest û derûnê me dikin hene.
Evyek, ne ji kevnitiya berhemê; ji hêza bikaranîna zimanê wê têt!
Ji vê encamê; qewm li tevî şop û şûnwarên li dû xwe hiştî qirr bibin jî; wêjeya wan – di qahfikek kîlî de, an jî li ser  qeteçermekî/ papîrusekê- li şûn wan dimîne.
Li vir wekî mînak  Dastana Girgemêş dikare were dayîn.
Ji Girgamêş û qewmê wî kitek nemabe jî li ser van axan, dastan bi xwendina bi zimanên din, bi her xwendinê vedije, zindî dibe, û pê re, leheng û cihê bûyer lêrûdayî bi her xwendinê re me vedigerîne zemanên konekevn, dem û serdemên di geliyê zeman de rawestiyayî.
Hêvî ew e, ku zimanê evçend xwedî genciniyeke dewlemend, zimanê kurdî, bi aqûbeta zimanê Sumerî rûbirû nebe!
Mem û Zîn, E.Xanî, Wş.Lîs