Parêzerên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî ji HDP´ê parlementera Colemergê hat hilbijartin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê muraacat kir û daxwaza berdana wê kir. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku bi yek dengî 29´ê Hezîranê biryara berdanê dabû. Lê piştî vê dozgerê Tirk ê Amedê îtîraz kiribû û 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî derheqa wê de dîsa biryara girtinê dabû.

Qey 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji biryara berdanê poşman bûye ku doh vê carê bi yek dengî biryara berdewama girtina Guven da.

 

AMED