Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu pêr di bernameyeke televizyonê de xwedî li van êrîşan derket û îdîa kir ku wan bi van êrîşan YPG hişyar kiriye û ew ê destûrê nedin ku PYD derbasî rojavayê Firatê bibe.

Li ser mijarê em siyasetzan Dr. Sebahattin Topçuoglu re peyivîn ku beriya demeke kurt li ser Kurdan li Rojhilata Navîn di pirtûka bi navê Kampf Um Kobanê de (Îsmaîl Kupelî edîtorê vê pirtûkê ye) weşandî. Topçuoglu bi awayekî kurt êrîşên Tirkiyeyê di peywenda hiqûqî de weke binpêkirina hiqûqî bi nav dike. Lewma heta ku êrîşî wê neyê kirin nabe ku Tirkiye êrîş bike li gorî hiqûqa navneteweyî.


DIxwazin YPG’ê provoke bikin

Dr. Topçuoglu îşaret bi hilbijartinên 1’ê Mijdarê dike û dibêje, rastir e ku ev êrîş di çarçoveya hilbijartinan de werin nirxandin. 

Li gorî wî ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî li ber çavan tê girtin ji bo ku peyama „em têra xwe xurt in ku bi tena serê xwe li Sûriyê çalak bin“ were dayîn. Ev peyam li gorî Topçûoglu ji bo raya giştî ya Tirk e û dibêje, ev êrîş li dijî PYD û Kurdan in ne li dijî DAIŞ’ê.

Li gorî Topçuoglu, helwêsta YPG’ê nîşan dide ku haya aliyê Kurd ji karakterê provokatîf ên êrîşan heye û Tirkiye vê provokasyonê jî bi israr didomîne, tevî ku di siyaseta cihanî de hêzên navneteweyî destûra projeya „meydana ewle“ nedane jî, Tirkiye diyar e ku dev ji vê projeya xwe bernedaye.  Topçûoglu îşaret bi girîngiya jeostratejîk a Trkiyeyê jî dike û dibêje, Tirkiye destekê dide hêzên Îslamî yên tundraw û hêzên rojavayî û navneteweyî bi vê dizanin. Li gorî Topçûoglu nakokiya Tirkiyeyê ew e ku ew rizgarkirina erdên Sûriyê ji aliyê YPG’ê ve weke qewmîneke neerênî dinirxîne, lê hêzên rojavayî di navê de YE û DYE jî vê yekê weke qewmîneke erênî dinirxînin.

Li ser pirsa, heke ev binpêkirina hiqûqê ye, çima Davutoglu eşkere lê xwedî derdikeve jî Topçûoglu got, li Sûriyê rewşa şer heye, û Tirkiye baş pê dizane ku di warê hiqûqî de pirr zehmet e li dijî wê gav werin avêtin.  


 HAMBÛRG