Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba yê 70 salî ku salek û nivê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dima, sê roj berê dema bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştina doza  xwe ya li Mêrdînê bû, dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da.

Îbrahîm Akbaba yê ji sedî 90 rapora wî ya astengdariyê hebû, di Tîrmeha sala 2017’an de hat binçavkirin û girtin. Akbaba beriya bi sê rojan, ji ber ku dilê wî sekinî, ew rakirin nexweşxanê. Akbaba li wir jiyana xwe ji dest da. Piştî Akbaba jiyana xwe ji dest da biryara berdanê ji bo wî hat dayîn.

Xwestin me ceza bikin

Kurê Îbrahîm Akbaba Şehmûz Akbaba, derbarê pêvajoya dadgehkirina bavê xwe û girtina wî de axivî û got, “Bavê min piştî 4 mehan li Mêrdînê girtî ma, ligel nexweşî û rapora wî ya astengdariyê jî sirgûnî Girtîgeha Edîrneyê kirin. Em baş dizanîn ku ji bo malbatan ceza bikin girtiyan sirgûn dikin. Wê demê li Girtîgeha Mêrdînê cih hebû.”

Kujer dewlet e

Akbaba, dest nîşan kir ku piştî bavê wî jiyana xwe ji dest da, dadgehê biryara berdana wî da û got, “Berê jî dihat zanîn ku pirr nexweş e. Heger jiyana xwe ji dest nedabûya, dîsan jî nedihat berdan. Berpirsên vê mirinê, ew feraset e ku bavê min ê kal û nexweş di girtîgehê de hiştiye.”

 

MA/MÊRDÎN