Li gel AED û SAF, jî dê Komeleya Hikûqnasên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafê Mirovan (ELDH) û Enstîtuya Mafê Mirovan a Parêzerên Ewropayî (IDHAE), jî beşdarî xwepêşandandana ku dê 24 Çile roja Parêzerên di Bin Tehdîdê de bibin.Ev xwepêşandan dê li ber deriyê balyozxane û kosolosxaneyên Tirkan ên li welatên Ewropayê bên lidarxistin. Rêxistinên navneteweyî, diyar kirin ku ev girtin parêzeran netirsandine, lê belê bi van girtinan mafê parastinê û pêkanîna pîşeyê parêzertiyê tê binpêkirin. Saziyan dan diyarkirin ku wana ji bo balê bikişînin ser rewşa parêzerên girtî yên li Tirkiyeyê, biryara dane ku îsal li ber balyozxane û konsolosxaneyên Tirkan xwepêşandan li dar bixin. AED-EDL, di sala 2010 de van çalakiyên bi vî awayî ji bo parêzerên li Îranê dabû destpêkirin.
SAF’ê jî di daxuyaniya dayî de bang li parêzer û hiqûqnasan kir ku bi kincên xwe yên pîşeyî ve, roja 24’ê çile, demjimêr di 15.00 bêne ber balyozxaneya Tirk a li navnîşana “16 avenue de Lamballe” a li Parîsê. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku dê gelek çalakî bi heman armancê li Belçîka, Holanda, Alman, Spanya û Îtalyayê jî bêne lidarxistin.
AED, ELDH û IDHAE jî daxwazanemeyek ji her yek ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomar Abdullah Gul û rayedarên din ên hikûmeta Tirk û gotin ku ew weke parêzerên li Ewropayê girtina parêzeran protesto dikin.
Li ser daxwaznameyê îmzeya Serokê ELDH Prof. Bill Bowring, Serokê AED Gilberto Pagani, Serokê IDHAE Bertrand Favreau, Sekreterê Giştî yê ELDH Thomas Schmidt û Alîkarê Serokê AED Hans Gaasbeek hene.Di daxwaznameyêd e tê diyarkirin ku bi salane li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan hene û dibêje; “Ev binpêkirinên li Tirkiyeyê ne li hemberî muxalîfên siyasî, li hemberî Kurdan û kêmarên din ên li Tirkiyeyê pêk tên.”
BRUKSEL