Geşedanên doza 1960’an de doza ku wekî 49’an dihat zanîn û kesên wekî Apê Musa Anter û Nacî Kutlay jî dihatin darizandin û doza niha ya KCK’ê dişibin hev. Balkêş e wê demê jî di 31’ê gulana 1960’an de rojnameya Cumhuriyetê nuçeya „Îxtîdara sabik destûr da ku kurê Şeyh Said bi cipa Rusî li herêma rojhilata propagandayê bike“ weşand. Dîsa wê demê îdîaya li sînorên Colemerg Wan, Mêrdîn, Amed tevgera çalakiyên Barzanî zêde dibin hate belavkirin. Piştî van agahiyên ku di çapemeniyê de belav ûn di 1’ê hezîrana 1960’an de li herêma bajarên Kurdan di navde Ape Musa, Naci Kutlay û Canîp Yildirim jî hebû bi tevahî 485’ê hatin girtin û şandin kampan navçeya Kabakyazi ya Sêwasê. Ji wê derê jî 55 peşengên Kurd sirgûnî Anatoliya Rojava hatin kirin.
52 sal derbas bû lê...
Piştî 52 sal der bas bû dîsa di 14’ê nîsana 2009’an de li ser navê „Doza KCK’ê“ operasyonek siyasî hate lidarxistin û di vê operasyona ku heta niha didome de bi sedan siyasetedar, parlementer u şaredarên Kurd hatin girtin. Der barê hezaran siyasetmedarên Kurd de doz hate vekirin û der barê wan de 3 hezar û 326 sal ceza tê xwestin. Runiştina 27’emîn dê di 25’ê tebaxê de li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.
ÇAGDAŞ KAPLAN - DîHA/STENBOL