
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan di mijara ‘pakêta AKP’ê’ ku ji aliyê Serokwezîrê Tirk Erdogan ve hat aşkerakirin de beşdarî bernameya Sêla Sor a di Stêrk TV de weşanê dike bû û nirxandin kir. Kalkan diyar kir ku piştî aşkerakirina pakêtê beşeke mezin a civakê bertek nîşanî pakêtê dane û tu kesî xwe di vê pakê tê de nedîtiye, pakêt pakêtê mijulkirinê ye û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê bi pakêta ku mijara gotinê ye re dixwaze heta hilbijartinên 2014’an pêvajoyê xera neke û hem jî ligel vê dixwaze di çareseriya pirsgirêka Kurdan de gavê neavêje. Ev pakêt, pakêta hilbijartinê ye. Di esasa xwe de pakêta demokratîkbûnê nîn e. Danezanên hilbijartinên tên weşandin. Ev pakêt di esasa xwe de ji bo hilbijartinên herêmî hatiye weşandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de pêvajoyek da destpêkirin û danî ku holê demildest hewcedariya Tirkiyeyê bi demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Lê pakêta ku AKP’ê aşkera kiriye, pakêtê frenkirinê ye. Demokratîbûn tê frenkirin.”
Erdogan wekî Înonu ye
Kalkan di berdewamiya nirxandinên xwe de got ku pakêta Erdogan bi yek alî hatiye amadekirin û bi tu kesî re di pêvajoya amadekariyê de diyalog pêk neaniye û wiha pê de çû: “Erdogan herî zêde li dijî polîtîkayên CHP’ê derdikeve. Kemalîzmê rexne dike. Rêgeza Kemalîzmê, dibêje her tiştî ez baş dizanim, ez baş dikim. Niha herî baş Erdogan vê dike. Erdogan tu dibêjî qey ji difina Îsmet Înonu ketiye.”
Kalkan bi lêv kir ku pêvajo ji aliyê AKP’ê ve hatiye xitimandin û her tişt bi desthilatdarî û dengan ve girêdaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji hilbijartinan û dengan girîngtir e. Ligel hemû xitimandinan gelê Kurd dê têkoşîna xwe berdewam bike. Van rêbazên têkoşînê dê AKP diyar bike û ligel hemû astengiyên AKP’ê em ê li ber xwe bidin. Em ê hilbijartinên erzan bi AKP’ê nedin qezenckirin.”
Kalkan bal kişand ser rawestandina biryara vekişîna gerîlayan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî helwesta AKP’ê ya li pêş demokratîkbûnê ev tedbîrek şoreşger bû. Ger pêkanînên AKP’ê yên mijulkirinê bidomin, amadekariya şer bidome, li dijî çalakiyê demokratîkbûnê terora dewletê zêde bibe, agirbest dê rabe. Yanî ji PKK’ê re agirbest, ji AKP’ê re her cureyê êrîşê. Divê mirov biaqil bin. Niha rewşa heyî girbestê bi hêz nake, agirbestê qels dike. AKP heta dawiyê piştgiriyê dide çeteyê ku li Rojava êrîşê gel dike. Şer ne tenê li Bakur û Başûr, li Rojava jî dimeşîne.”
ANF/BRUKSEL