LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN


Weşanxaneya Morî Zarok xwe amade dike ku rêze pitûkên ji bo zarokan ên bi navê Hitokê û Papûşka belav bike. Çav li rêye ku ev çîrokên nivîskar Newaf Mîro nivîsandî meha Îlonê der biçin. Ev pirtûkên ku ji bo zarokên 4-6 salî hatine nivîsandin, bi wêneyên Oguzhan Kodalak xêz kirî wê werin ber destê zarok û dê û bavên wan.

Me ji Newaf Mîro pirsî ka di van çîrokan de kî heye: „Keçika min Hitokê heye û ez jî bavê wê me, ez pêlîstokek im. Ango dema bavê Hitokê kêm e û ew dema xwe bi wê pêlîstokê re derbas dike. Ji pitokê hez dike, mîna hez ji mirovekî bike. Ji heywanan hez dike, ji daran hez dike. Ya rastî bi çavên zarokê û xewnên zarokê çîrok û serpêhatî tê vegotin.”

Li ser pirsa gelo, ev çîrok dîdaktîk in jî, Newaf Mîro dibêje, „Bi rengekî ji rengan erê, fêr dike çêlek çi ye, şîr û sûdên wê. Yan jî ez dara miradan û dara cejna noelê li ber hev digirim. Bi çavên zarokan û yîn mezinan li çandê dinihêrim. Xwedîkirina heywanan bi çavbên mezin û piçûkan û tiştên wisa. Dîdaktîk e, ji ber ku serpêhatiyên bi jiyanê re elaqedar têde cih digirin. 


Di nava min de zarokek heye

Li ser pirsa ka gelo wê dewama van deh pirtûkan bê yan na, Newaf Mîro dibêje; „Ya rastî ev ya dilê min e. Ez hez dikim dewam bikim, ji ber ku di nava min de zarokek heye.”

Zaroka nivîskarî ya herî piçûk jî Hitokê ye ku îro 15 salî ye û îlham daye nivîskar ji bo ku van pirtûka bi navê Hitokê û Papûşka binivîse.

Ji bo zehmetiyên nivîskariyê bi giştî, Mîro, îşaret bi kêm derfetiyê dike û dibêje, “Nabe ku ez malavahiya kesên di warê madfî de bi min re bûn alîkar nekim. Lewma bi xêra wan ev yekem car e ku pirtûkek di warê mesrefê de li min nebû bar. Weqfa Êzîdî-Elman texsîr nekir, xwe da ber mesrefan. Ev ji bo nivîskar bi xwe jî moralek e ku wî teşwîq bike di warê dewam kirinê de.

Bi her halî li benda weşanxaneya Morî Zarok bimînin, ew ê meha Îlonê bi 10 pirtûkên zarokan xeyal û mejiyê we û zarokên we dewlementir bike.