Weşanxaneya kitêbên zarokan, Hîva dest bi xwendina çîrokan û belavkirina wan di ser kanala xwe ya Youtubeyê re kir. Weşanên Hîva dibêje, hûn lli mala xwe bimînin, em çîrokan ji we re bixwînin. bi vê yekê destekê dide malbatan, da ku tevî zarokên xwe di vê dema şewba vîrusa korona de li malê bimînin. Di ser kanala Weşanên Hîva de heta niha ev çîrokên hanê peyda dibin: Hebîbê Necar, Çûçik û Pîrê, Pepûk, Xewroşka Welatê Maran, sê beşên Hebhinarê (weke Libhinarê jî tê zanîn), Hesenê Kilindar û Şahê Maran, Pîrê û Pişo, Rovî, Kew û Dodo, Şopa Kadiz.
Hûn dikarin bi lînka li jêr xwe bigihînin van çîrokan:
https://www.youtube.com/channel/UCErPE6kPwB_sA2oDnYB7afQ
NAVENDA NÛÇEYAN