Li ser banga Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî di bin sîwana KNKê de bi dehan partî, rêxistin û kesayetên Kurdistanî, di 27.07.2019’an de li Brukselê, di Civîna Helwesta Neteweyî li Hember Dagirkeriya Dewleta Tirk de kom bûn. Piştî civînê Pêkhateyên KNK’ê bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên Kurdistanî kirin ku bi lezgînî li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin. Hizba Komûnîst û Bizûtneweya Demokratîk piştgirî dan banga KNK’ê. Sekreterê Hizba Komûnîsta Kurdistanê (Hizba Şîuyî ya Kurdistanê ) Kawa Mehmûd li ser mijarê peyivî û got: “Weke Hizba Şîûya Kurdistanê em piştgirî didin vê bangê. Nêrîna me ew e ku aliyên siyasî çi yên li Başûrê Kurdistanê bin yan jî aliyên siyasî yên li parçeyên din ên Kurdistanê bi berdewamî pêwîstiya wan bi civîn û guftûgoyê heye. Da ku bîr û nêrînên xwe di navbera xwe de veguhezin. Merc nîne ku di danûstandinan de nêrînên me weke hev bin. Lê, wê ev civîn bibin zemînek ji bo famkirina zêdetir di navbera aliyên siyasî de. Wê bibe riyek a çareseriyê ji bo gerîna li xalên hevbeş. Ev demeke em li gel civînên wihane ku niha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê daxwaz kiriye.”
Em ji bo yekîtiyê amade ne
Sekreterê Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Xidir Rûsî jî got; “Her civîn û guftûgoyek di navbera aliyên siyasî de bê kirin em bi hemû awayî piştgiriyê didinê û tişta lazim em ê bikin. Herwiha li Bakurê Kurdistanê em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de jî. Ji ber ku li Bakur wê ji bo tevahiya pirsgirêka gelê Kurd çareseriya herî baş be. Em ê weke Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê alîkariya KNK’ê bikin, eger bikare aştiyê çi di nava hizbên Kurdistanê de pêk bîne û çi di navbera hizbên Kurdistanê û Tirkiyeyê de peyda bike.”
ROJNEWS/HEWLÊR