
Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Halo diyar kir ku niha bingehê lidarxistina Kongeya Netewî çêbûye û divê aliyên siyasî yên Kurdistanê jî wekî pêşmerge û gerîllayan yekîtiya xwe çêkin. Elî Halo ragihand ku divê parlamentoya Herêma Kurdistanê proje biryarekê amade bike, bibe biryar û daxwazek ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin. Halo ragihand ku Tirkiye rasterast piştgiriya DAIŞ’ê dike û divê kurd li hemberî êrişên terorîst û dagirkeran yekîtiya xwe xort bikin.
Parêzgehbûna Zaxo gihişt kû derê?
Tenê xwendina yekemîn ji bo proje biryara parêzbûna Zaxo hatiye kirin. Ji bo projeyek bikeve di nava parlamentoya Herêma Kurdistanê de, pêwîstî bi dengê 10 parlamenteran heye. Ev qonax derbasbûye, xwendina yekemîn li ser hatiye kirin û em li benda xwendina duyemînin. Êdî ev proje wê bibe biryar û êdî hikûmeta Herêma Kurdistanê neçare wê biryarê cîbicî bike. Lê ev çend sale ji bo bajarên weke; Helebce, Diyana, Akrê û Ranye biryar hatiye dayîn ku bibin parêzgeh, lê heta niha hikûmeta Kurdistanê ev yek cîbicî nekiriye. Hêvîdarim ji Zaxo lez bê kirin. Ji ber Zaxo, 3 parçeyên Kurdistanê bi hev ve girê dide. Herwiha di aliyê aborî û bazirganî de xwediyê cihekî stratejîke.
Zaxo bibe parêzgeh, wê çi biguhere?
Gelek karûbarên îdarî yên ku niha ji bo welatiyan dibin pirsgirêk, wê bi parêzgehbûna Zaxo çareser bibin. Ji ber niha serdana navenda parêzgehê dikin û wê karûbarên wan bi hêsantir werin çareserkirin. Herwiha di aliyê bazirganî, parastina jîngehê û aborî de wê derfetên kar peyda bibin. Herwiha cihê Zaxo yê siyasî û aborî wê xortir bibe. Li gor vê peymanê hikûmeta Iraqê wê 500 milyon dolar ji bo Kurdistanê bişîne. Kurdistan jî wê bi rêya kompaniya SOMO û hikûmeta Iraqê, 150 hezar bermîlên petrolê bifiroşe. Lê bi dîtina me pirsgirêkên me yên ligel Iraqê ne pirsgirêkek destûrî, yasayî, îdarî û karên bîrokrasiyêne, pirsgirêka me ya ligel Iraqê zêdetir pirsgirêkek dîrokî, çandî û girêdayî mantiqê li Iraqê deshilatdare.
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexda çawa çareser dibin?
Ji despêka damezirandina Iraqê (1921) heta îro gelek sîstem li Iraqê bûne deshilatdar, her roj pirsgirêkên ligel Iraqê zêdetir û zortir dibin. Ango pirsgirêkên me yên ligel Iraqê tenê bi parçebûna Iraqê û serxwebûna Kurdistanê dikarin çareser bibin. Ji ber li Iraqê mantiqekî navendî deshilatdare, wekî parçeyên din ên Kurdistanê ev dewletên dagirker kurdbûnê înkar dikin. Ger nekarin wê yekê jî bikin, bi rêyên din, bi navê yasa, destûr û rêyên ne yasayî li pêşiya pêşketina kurdan astengiyan çêdikin. Hebûn û statoya kurdan wekî kurd dixwazin, qebûl nakin. Ez hêvîdarim pirsgirêk bên çareserkirin, lê pirsgirêkên dîrokî, netewî, çandî û girêdayî mantiqê mirov zehmete bên çareserkirin.
Hûn kirinên DAIŞ´ê çawa dinirxînin?
DAIŞ grûbekî terorîstî ya hov, barbar û li dijî prensîbên demokrasî û mirovahiyê ye. Herçendî ku ew hov û barbarin û bi navê Îslamiyetê êriş dikin, lê îro gelê kurd li Rojhilata Navîn serkêşiya pêvajoya demokrasiyê dike, maf û mezinahiya mirovan diparêze. Kurd hebûna gelekî parçekirî û bindest diparêze. Êdî DAIŞ wekî grûbekî li dijî mirovatiyê li başûr û rojavayê Kurdistanê êrişên xwe bi dijwarî zêde kir. Armanca wan jî ew e ku gelê kurd yê îro serkêşiya wê pêvajoyê dike, vî gelî ji nav bibin. Îro projeya jinavbirin û înkarkirina gelê kurd bi awayekî din, ji aliyê grûbekî terorîstî ya bi navê DAIŞ’ê ve tê rêvebirin. Gelek dewletên herêmî yan jî hinek hêz û grûbên din jî ji bo jinavbirina destkeftî û daxwazên kurdan piştgiriya DAIŞ’ê dikin.
Kîjan dewlet piştgiriya DAIŞ’ê dikin?
Dibe ku wekî parlamenterekê hinek rêyên yasayî hebin, bêyî ku belgeyên sedî sed di destê min de hebin ku pêşkêşî we bikim; lê diyare yek ji wan dewletan Tirkiye ye. Heta îro jî rasterast piştgirî û alîkariya DAIŞ’ê dike. Ji bo wan ewe ku xewna xwe ya împeretoriya nû ya Osmaniyan li herêmê bi cih bênin. Xala duyemîn jî ewe ku pêşî li gelê kurd bigirin ku pêngavên baş avêtin. Herwiha Iraq jî bi wê mamelekirina xwe, lewaziya wê ya siyasî, îdarî û leşkerî bû sedem ku DAIŞ bibe xwediyê gelek çekên giran. Valehiya ewlekariyê ya li Iraqê heyî bû derfetek û piştgiriyek ji bo DAIŞ’ê. Herwiha li herêmê jî ev dewlet û hêzên siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên taybet DAIŞ’ê bikartênin.
Bihevrebûna gerîla û pêşerme hun çawa dinirxînin?
Em dibînin îro pêşmergeyên Kurdistanê, gêrîlla û şervanên Kurdistanê li beşên Kurdistanê li hewara hev diçin. Mil bi mil şerê grûbên terorîstî û dijminên Kurdistanê dikin. Êdî ev xewn nêzîktir bûye, lê ger ev faktorê giring ku yekîtiya kurdane bê xortkirin, hemû aliyên siyasî behsa yekitiya kurdan dikin û ev gelek giringe. Gelê kurd di vî warî de gelek ber bi pêş ve çûye, li pêş deshilata siyasiye. Gelê Kurdistanê, pêşmerge û şervanên Kurdistanê ev yekîtî û hevxistina nava xaka Kurdistanê çêkirine. Pêwîste partî û aliyên siyasî jî dest ji berjewendiyên xwe yên teng berdin, li ser pirsgirêkên giring û nîştîmanî hev bigrin.
Ji bo kongreya netewî derfet hene?
Sedî sed pêwîstî bi mekanîzmeyekî netewî heye. Bûyerên vê dawiyê zêdetir piştrast kir ku em ji êrişên terorîstani, dijmin û dagirkerên Kurdistanê parastîbin. Ji bo vê pêwîste kurd yekîtiya xwe xort bikin. Ev yekîtî jî bi lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku bibe sêwanek hemû alî û partiyên siyasî di vê kongreyê de hev bigirin û li ser pirsgirêkên nîştîmanî û neteweyî hev bigirin. Divê aliyên siyasî ji bo Kongreya Netewî nakokiyên xwe çareser bikin. Biryarên ku vê dawiyê li parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine dayîn, biryarên serokatî û serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hatine dayîn, nêzîkatiyên siyasî û di eniyekê de mil bi mil şer kirin, gelek nakokî çareserkirine. Êdî divê aliyên siyasî jî lihev bikin.
Ji bo qedexeya li ser PKK´ê rabe hûn tiştek dikin?
Parlamentoya Herêma Kurdistanê proje biryarekê amade bike, bibe biryar û daxwazek, ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Ev jî karekî parlamentoya Kurdistanê dikare bi rêya peywendiyên xwe yên dîplomasî li ser vê pirsê kar bike. Ev jî wê alîkariyekî baş be ji bo xortkirina pêvajoya aştiyê. Parlamento dikare bi rêya alîkarî û lihevkirina ligel hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê zextê li Tirkiyê bikin an jî bibin pirek di navbera Tirkiye û tevgera bakûrê Kurdistanê de. Ji bo ev danûstandin ber bi pêş ve biçin. Bi baweriya min çi rol û erkê bikeve ser milê parlamentoya Kurdistanê, xwe ji ber nade û amadene.
MİHEMED ORHAN/ROJNEWS/HEWLÊR