Bi civakîbûnên me yên cihêreng û bi pirrnasnameyên me yên li ser tevna civakîbûnên me cawê kesayeta me çêdikin, dinya bûye tiştekî welê ku di serdema "post"-hertiştî de, êdî em gêj kirine. Di vê serdema post-hertişt û ya rastî, qonaxa diserxwerebûna kapîtalîst de civak ewqasî li ser erdên axa qelp hatiye danîn ku civak bi xwe jî êdî dibe ku weke dijmin li xwe vegere. Ev lêveger, pirraniya endamên civakan diqutifîne, wan kezebqetandî dike. Civak xwedî çerx û mekanîzmayên berterefkirina vê tehlûkeyê ne, lê civak neelimîne mezinahiya qerase ya saziyên desthilata roja me ya îro. Civak li ber mezinahiya vê desthilata heyî û belavbûna wê ya di nava civakê de weke Ristemê Zal li ber Ewc piçûk hîs dike. Endamên civakê gelek caran êdî ji gewdeyê Ristem jî şerm nakin û beramberî desthilatê (weke antî-civak) xwe tenê û tine hîs dikin.

Ha belavkirina vê hisê û serwerkirina wê dike ku civak tevahiya kevrên xwe li ber desthilatê dayne, destên xwe ber xwe re berde. Rêûresm, çîrok, serpêhatî, bi her awayê xwe çand, rîtuelên çandî û yên jiyana rojane, huner û xweîfadekirina hunerî, bikaranîna zimên, ya muzîk, resm, peyker û wekî din weke îfadekirina hebûnê û ji wê wêdetir weke îfadekirina hebûna civakî bi erkeke sereke rabûne. Niha gerînekekê ew hemû dane ber xwe, bi guhertineke çavbirçî weke aşekî her dixwe, her wan dihêre. Lê gava em maqûl û beraqil li meseleyê binihêrin, ev leza hanê ya guherînê ne durist e û hin tiştan ji ber çavên me dide alî. Ew, wan dibe xeybê. Ev birinaxeybê jî ji civakê dixwe û li desthilata antî-civak zêde dike. Lewma xeyb û ew mezinahiya qerase ya ku mirov tênagihîje - û êdî belkî jî xwedayî hîs dike - xwe weke jihev bin, didin qebûlkirin.

Min ev gotinên hanê yên li ber sînorê kelevajîbûnê û belkî jî ji wî sînorî bihurî, bi mebestekê kirin. Ez ê bi rêya çend hizrên li ser muzîkê wê mebestê rave bikim. Bi guherîna muzîka îro re nagihêjim, jixwe ji temamê deh salên bihurî çend stranek li bîra min mane, lê ji salên 80 û 90´î gelek stran li bîra min in û di pêkhatina kesayeta min de gelekî muhtemel e ku xwedî rol bin. Em bi têgihiştineke muzîkê ya mode re îro ketina zik hev; stranên ku berê bi guhertina kasetê herroj me dikarî li wan guhdarî bikin, îroroj li ser tevnên xeyalî her kêlî bi awayê dîjîtal berdest in. Lê nifşê nû yan di lêgerîna nasnameyekê de yan jî ji bo biguherînekê tiştekî "nû" çêke, berê xwe dide wan, yanî ew ji bo nifşên nû tam nabin ew rêûresma berê.

Ev karê hanê halê hazir bi wê tişta jê re "mashup" dibêjin, êdî hed û hesab ji xwe re nehiştiye. Di nava 3 ta 4 deqîqeyan de hunermend yan jî koma hunermendan ji 20 ta 30 stranî çend gotinan û melodiyan li ber muzîkeke têra xwe elektro dibêjin. Mirov pê re nagihîje. Kengî dest pê kir, kengî bi dawî bû, kîjanê da dûv ya din!

Jazz jî çaxekî nûbûnek bû. Di destpêka 1900´î de li eyaletên başûr ên DYE´yê gava derketî, kesî hêvî nedikir ku heta roja me ya îro bê. Hat û muzîka wê îro jî di nava beşek ji civakê de weke rêûresmekê xurt e. Mirovên hez jê dikin, ji ber têkiliya wê bi mekan û serpêhatiyan hez jê dikin. Wekî din ji bo muzîkjen bi xwe jî ew rêyeke xwe îfade kirina întsrumental a xurt e. Di nava 3, 4, 5, 6 yan jî bêhtir îstrûmanan de, her muzîkjen dikare ji bo çend kêliyan hunerê xwe di nava gelekan de nîşan bide û bi yên din re diyalogeke muzîkê ya bi sihet ava bike. Di nava vê diyaloga avakirî de muzîkjen nêzîktirî guhdaran jî dibin û bi hev re dibin beşek ji tecrûbeyeke nasnameçêker.

Guhertina zêde bi lez a li hed û hesaban nasekine, weke rêûresm çêkirina van tecrûbeyan asteng dike. Nebûna tecrûbeyên bi vî rengî di tevahiya warên çandî, hunerî - nexasim wêjeyî - û civakî yên civakan de wan beramberî desthilatê dike dara şikestî. Belkî jî ji ber wê hîna jî ew kasetên bi derbên tevrikan kevî û goşeyên wan şikestî li ber dilê min gelekî xweş in. Û helbet ew jî weke Jazzê serîrakirineke civakî û siyasî bûn di nava vê rêûresmê de.