NISRÎN ELÎ / ANHA / HESEKÊ

Rûspiyên êlên Ereb ên Holê, destnîşan kir ku ew amade ne li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û bang li rejîma Sûriyê kir da ku bi QSD`ê re koordîneyê bike.

Rûspiyê êla El-Mûhîb, Ehmed Hesen diyar kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî şehîd in û di heman xendekê de şerê çeteyên DAIŞ´ê kiriye. Wî her wiha destnîşan kir ku ji bo gel û xaka welat biparêzin, ew ê rê nedin Tirkiyeyê ku herêmê dagir bike û nahêlin xwîna şehîdan bele sebeb e.

Hisên bang li rejîma Sûriyê jî kir ku helwêsteke cidî li hember dagirkeriya Tirk nîşan bide, ax û gelê  Sûriyê biparêze û ji erkên xwe nereve.

Rûspiyê êla El-Cebûr, Esed Sultan Milhêm destwerdana dagirkeriya Tirk li Bakurê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku armanca dagirkeriyê ew e ku pêkhateyên Sûriyê ji hev dûr bixe. Milhêm teqez kir bi saya hêzên QSD`ê hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin.

Milhêm amadebûna êlên Ereb ji bo sekinandina li dijî dagirkeriya Tirk jî wiha rave kir: “Heger dagirkeriya Tirk êrişî axa me bike, em hemû rûspiyên êlên Ereb amade ne li dijî dagirkeriyê bisekinin û axa xwe biparêzin.”