Şanoya Bajêr a Amedê dixwaze hola xwe ya nû li Kayapinarê Adarê veke. Şano li benda alîkariya Kurdistaniyan e jî ji bo bi kalîteyeke baştir, bi sehneyeke çêtir û mekanekî rehettir xizmetê bidin Amedê û Kurdan.
BÎRCAN DEGIRMENCÎ / AMED
Piştî dagirkeriya bi destê qeyûm li Amedê, şanogeran ji xwe re alternatîfa Şanoya Bajêr a Amedê damezrand. Ji Sibata 2017ʼan ve li jêrzemîna Navenda Kar a Galerîayê li holeke 82 kesî, şano berhemên xwe nîşan dide. Şanogeran ji ber kêmasiyên teknîk û daxwaza temaşekeran, biryar da holeke mezintir çêkin. Wan turne kirin, pê hinek derfet afirandin, wekî din bi desteka hin saziyên civaka sivîl û karsazan wan li Kayapinarê dest bi avakirina hola nû kir. Niha ji bo temamkirina avahîsaziya vî mekanî wan zend û bend vemalîn.
Ji şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê Yavuz Akkuzu bi bîr xist ku li Galerîayê hin malzeme hebûn û wan ew der weke navenda çand û huner bi kar aniye: “Hinekî xirabe bû. Me jî li gorî xwe revîze kir û em tê de bi cih bûn. Bi lez qewimî. Ev bûn sê sal. Di hin lîstikan de temaşeker zêde bûn, timî daxwaz dikirin. Sehne jî gelekî piçûk bû, bilindahiya rohniyê û ya sehnê hindik bû. Yanî hem di warê teknîk de û hem di warê hewandina temaşekeran de têra me dikir. Timî em li peydakirina cihekî din difikirîn, lê me di pratîkê de ev bi cih neanîbû.”
Piştî hilbijartina 31ʼê Adarê ya 2019ʼan Tebaxa bihurî şaredarî careke din bi qeyûm hat dagirkirin û vê carê wan gotiye, bivênevê divê cihekî nû hebe. Yavuz Akkuzu wiha behsa biryarê dike: “Qeyûm erênî bi kêra me hat. Tecrûbeya şanoya taybet, bi xêra wî hat Amedê. Serdema diduyê ya qeyûm jî kir ku şanoyeke mezintir a bi cihbûyî ya Amedê hebe. Mekanekî ku derfetên wî me got em bibînin û ew wî dekore bikin. Me li devera nû ya şên a bajêr ev mekan peyda kir. Ev dever avahîsaziyeke rût û tazî bû. Qata zemîn hebû û du qatên jêr zemîn hebûn. Qederê 540 metreyên çargoşe fireh bû. Li qata zemîn em dikarin holeke 160 kesî ava bikin. Ji ya berê du caran mezintir e. Sehne jî wisa mezin e. Hejmara temaşekeran wê du caran li berê zêde bibe. Li devera nû ya şên a bajêr em ê xwe bigihînin behtir mirovan.”
Ji bo Galerîa derfet û pere kêm bûn
Ji bo mekanê li Yenîşehîrê, yanî Galerîayê jî ew dibêje, “Mesela, li valahiya Galerîayê me Mem û Zîn îcra kir. Heger ew der bikare bê veguherandin, wê xweş bûya. Lê di warê aborî de pirr zehmet e. Di warê hîjyen, xwegihandin, parkkirina erebeyan zehmet bû. Di warê teknîkî de jî kêmasiyên wê hebûn. Ceryan qutbûba, ji ber ku jenerator nebû, yan me navber dida lîstikê yan jî me betal dikir ji neçarî.”
Li mekanê nû ji bilî hola meztir in wê holeke pêşangehê, û holeke 50 metreyên çargoşe ya ji bo provayan, performansan û atolyeyan hebe.
Hûn dikarin tevlî palûtê bibin
Yavuz Akkuzu got, wan qederê 50 ji sedî yê avahîsaziyê bi derfetên xwe temam kirine û ji bo temamkirina ya mayî ew tê dixebitin. Qismekî ew bi kampanyaya li ser înternetê temam bikin, di nava 45 rojan de divê ew 75 hezar lîreyan di ser vê kampanyayê re berhev bikin. Li ser kampanyayê ew van agahiyan dide: “Me qederê 75 ji sedî berhev kiriye. Helbet bi 75 hezar lîreyan xilas nabe. Hema hema deh caran li vî pereyî, wê pere hê li avahiyê biçin. Ev beşek ji vî karî ye. Ji bo ku temaşekerên me yên li Stenbol, Enqere, Izmîr, û Ewrûpayê karê me diecibînin û dixwazin şanoya Kurd dewam bike, karibin xwe yekser bigihînin me, me ew kampanya da destpêkirin. Heger di ser Instagram, twitter, facebook û hejmara telefonê re xwe bigihînin me, ew destekê bidin me, li gorî hejmara kursiyan, em ê navên wan li ser kursiyan bidin nivîsandin. Ji bo ku em nîşan bidin me ev avahî bi palûte daye çêkirin, me ev rêbaz tercîh kir.
Em ê bi her awayî holê vekin. Em dixwazin temenê wir dirêjtir be, dekorasyona wê cihê xwe girtibe, û li mekan temaşeker rehettir bike. Heger em bi destekkeran xurt bibin, Destpêka Adarê em ê vî mekanî vekin.”
Ji bo şanoya alternatîf
Li vê holê plan jî wê mezintir bin. Yavuz Akkuzu, dibêje, amadekariyên wan ên Festîvala Şanoyê a Amedê dewam dikin, li holê ew ê bernameyên mehane organîze bikin û guhdana muzîkê jî hebin û heger dîwarên piştê karibin seyar bên çêkirin, hol dikare bibe cihê konsereke 200 kesî jî.
Ji bo kesên dixwazin alîkariyê bikin jî wî careke din kampanyaya di ser Fongogo bi bîr xist:
https://fongogo.com/Project/amed-sehir-tiyatrosu-yeni-sahne-projesi-5