Serokomarê Fransayê François Hollande piştî ku çû Bexdayê berê xwe da Hewlêrê û li vir got, wî bi awayeke balkêş hevkariya di navbera pêşmerge û leşkerên Fransayê de dîtiye.

Doh piştî nîvrojê saet 15.00´an Serokomarê Fransayê François Hollande ligel şandekê, ji Bexdayê gihişte Hewlêrê. Hollande li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke wezîran ve hat pêşwazîkirin.

Serokê PDK´ê Mesûd Barzanî û Hollande çûne çiyayê Zerdekê û serdana çeperên Hêzên Kurd kirin. 

Hêjayê gotinê ye ku Hollande ev cara duyemîn e diçe serdana Başûrê Kurdistanê.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, beriya bi biçe Hewlêrê li Bexdayê bû û li vir bi serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm û serokwezîrê Iraqê Ebadî re rûnişt, Hollande piştî hevdîtina bi Fûad Mehsûm re got, "Piştî ku DAIŞ hat qedandin, em ê di nava karên ji nû ve avakirina Iraqê de cihê xwe bigirin." 


 HEWLÊR