Ji hunerên deverên Şarezûr û Germiyanê yek jê jî horebêjî ye. Horebêjî şêwazekî dengbêjiyê ye yê ku xwedî xislet û qaîdeyên xwe ye. Ji bo horebêjiyê esas e ku qirikeke xurt, qeweta horebêj hebe. Xem û xeyal, û îfadekirina wan bi horebêjiyê jî kezeba vî hunerî ne.
HERÊM QADIR / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Hore (şêwazekî dengbêjiyê) yek ji hûnerên gelêrî yê çanda kurdewarî ye. Lê niha hûnerê Hore her ku diçe li cihê lê belav, kêm dibe û ber bi tinebûnê ve diçe. Hunermendên horeybêjiyê weke pêşbaziyeke dengbêjiya bi usûlê hore li beramberî hev bi kar tînin. Hore bi stran, dengbêjiyê û mûzîka înstrumanan dikare hîna bêhtir pirreng û bi awayekî giştî jî xweştir dibe.
Horebêj û hûnermendên navçeya Şarezûrê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, herdem di nava pêşbaziyeke hûnerî de ne. Hûnerê hore, xwedî dirokeke kevnar e, dîroka wê ya kevnar jî weke resentiya navçeya Germiyan û Şarezûrê ye. Hûnermendên bi navê Rêbaz Xalidî û Yadgar Xalidî weke horebêjên navçeya Şarezûr ên navdar in, û ji me re axivîn.
Ahenga li ber muzîk û bilûrê
Hunermend û Horbêj Rêbaz Xalidî ji navçeya Şarezûr e, li ser hore ew wiha dipeyive, “Hore çêrandin ne weke stran û bandekê ye, ew tûyê stran gotinê ye. Pêwîst e qirika te pirr bi qewet be û peyvên tu dikî jî divê giran bin, wê demê hîna nû tu amade yî ji bo gotina horeyan.”
Rêbaz Xalidî diyar dike ku ew dikare hûnerê hore li gel muzîkê û bilûrê jî bistrîne. Ew dibêje, “Lê ew kesê horebêj be, pêwîst e li gel muzîk û bilûrê bigunce. Ez hêvî dikim ku ev hunerê horebejiyê di nava çanda kurdewarî de bimîne. Dema ku tu pirr westayayî û aciz bûyî, wê demê hore nû xweştir dibe. Berevajî hore, heger hûnermendekî dengê wî xweş be, dikare bi hêsanî bandê strana ji xwe re qeyd bike.”
Her navçe bi şêwazê xwe
Hore ne hema wisa gotina kilam û stranan e. Hore gelek beşên xwe hene û horeya her navçeyekê ji hev cuda ye. Horeya navçeyên weke Şarezûr, Germiyan, Qalxanî, Binarî ya her navçeyekê taybetmendiya xwe cihê ye, û şêwazê gotinê ji cuda ye. Kesên pispor diyar dikin ku bingehê hûnera Hore ji Germiyan û Şarezûr derketiye. Ev herdû navçe navenda horebêjiyê tên qebûlkirin.
Îfadekirina xem û xeyalan e
Li ser heman mijarê hûnermendê navçeya Şarezûrê, Yadgar Xalidî jî wiha qala hûnerê xwe horebêjiyê dike: “Ji bo horebêjiyê, pêwîst e siheta kesê xwe lê diqewimîne, baş be û ew kes li ser xwe be. Ew kesên ku horebêjiyê dikin, bi dilê xwe peyvan dibijêrin û bi keyfxweşî dihûnîn. Ji ber ku bingehê horegotinê, ji çanda kurdewarî ya xemgîniyê tê, ew kes, yanî horebêj xem û xeyalên xwe tînin ziman.”
Yadgar Xalidî di meseleya muzîkê de weke Rêbaz Xalidî nafikire, li gorî wî divê li ber horebêjiyê re muzîk ne. Axir di di dawiya axaftina xwe de jî Yadgar Xalidî dibêje, “Di hûnerê horebêjiyê de ez bi pispor im. Lê ez nikarim bibêjim, kesek ji min jî baştir nîne. Kesên ku horebêjiyê dikin pêwîst e qirik û nefesa wan bi qewet be. Ji bo ku hunerê hore resentiya xwe ji dest nede, pêwîst e muzîk li ber neyê gotin.”