Muslum Albayrak ev 30 sal e li Rihayê tembûran çêdike. Albayrak diyar kir ku ji ber tembûrên li fabrîqeyan tên çêkirin, êdî eleqe bi tembûrên bi destan çêdikin nemaye. Albayrak got ku ew ji bo fêrkirina tembûrê li benda şargirtan e.
Muslum Albayrak ku li Pasaja Îzgordu ya li taxa Bahçelîevler a navçeya Halîliye ya Rihayê tembûran çêdike, got ku di temenekî biçûk de meraqa tembûrê li wî peyda bûye. Albayrak li gel tembûran ûd, kanûn, keman û cimbûşa 8 têlî ya ku ew bi xwe disêwirîne û navê “Ahenga Rihayê” lê kiriye jî çêdike.
Albayrak ragihand ku ji ber tembûrên ku li fabrîqeyan tên çêkirin êdî raxbet ji bo tembûrên ku ew bi keda destan çêdikin nemaye. Albayrak anî ziman ku êdî kes girîngiyê nade huner û kedê, girîngiyê didin dîtbariyê û got ku tembûrên ku li fabrîqeyan tên çêkirin hem di warê dîtbarî de hem jî di warê buhayan de tercîhî yên ku ew bi destan çêdikin, tên kirin.
Albayrak destnîşan kir ku mirov girîngiyê nadin deng, ton û tekûzbûnê, êdî didin dîtbariyê û diyar kir ku ew di çêkirina tembûrê de darên merxê, darên tûyan, aframoz û hwd. tercîh dike û wiha got: “Dema dar baş hişk dibin wan bi kar tînim. Tenê kesên ji hunerê fêm dikin dikarin ferqa tembûrên ku ez çêdikim bibînin.” Albayrak da zanîn ku temenê tembûrên fabrîkasyon kurt e lê yên ku ew bi xwe çêdike heta 30-40 salan jî dikarin bên bikaranîn. Albayrak anî ziman ku li gel çêkirina tembûran wî di nav koma şevbuhêrkên Rihayê de jî cih girtiye û destnîşan kir ku ev 2-3 sal e şevbuhêrk jî dejenere bûne. Her wiha Albayrak herî dawî diyar kir ku ew ji bo berdewama vê pîşeya xwe şagirtan nikare peyda bike û wiha bi dawî kir: “Hêvîdar im ku dê rojekê kesek bê li derî bixe û bixwaze hînî vî pîşeyî bibe.”
DÎHABER/RIHA