NECLA DEMIR / MA / STENBOL
Mamoste Ayfer Aslan ku hêj biçûk bû fêrî tembûrê bû, piştî ku kursa muzîkê vekir, niha gelek şagirtan perwerde dike. Aslan got, “Piştî ez fêrî tembûrê bûm, min bêhtir xwe nas kir. Min xeyala xwepêk anî û deriyê kursê li jinan vekir. Niha her ku diçe em zêde dibin.”
Ayfer Aslan a 35 salî di zarokatiya xwe 13 saliya xwe de fêrî tembûrê bû ku xeyala wê bû. Piştî ku ew li kursê fêrî tembûrê bû û wê jî kursa perwerdehiya însturmanên muzîkê vekir. Aslan, piştî li Taxa Alîbeykoy a navçeya Eyupê kurs vekir, niha gelek şagirtina perwerde dike. Aslan û şagirtên wê, li atolyeya perwerdehiya muzîkê kom dibin û hem li ser ragihandina muzîkê nîqaşan dikin û hem jî dibin şahidê hêza muzîkê ya ragihandinê. Aslan piştî kurs vegir, deriyê xwe li hemû jinan vekiriye.
Em her zêde dibin
Ayfer Aslan, li ser karê xwe û armanca karê xwe axivî û got, “Min got, jin jî dikarin li tembûrê bixin. Piştî lêhûrbûna min a li ser muzîkê zêde bû, xebatên min ên li ser muzîkê bêhtîr bûn. Min bêhtir bi muzîkê xwe îfade kir. Piştre min ev yek ji bo xwe kir kar û pîşe. Min kurs vekir. Min xwest şagirtan perwerde bikim û rê bigirim li pêş bişaftinê. Min xwest di warê huner û çandê de para min jî hebe. Piştî ku min li çend saziyan kurs da, niha min kargerî vekiriye û kursa muzîkê didim. Her ku diçe em zêde dibin. “
Aslan, beriya bi sal û nîvê li taxa Alibeykoy kursa perwerdehiya tembûrê vekir, lê gazinan dike ji xemsariya beramberî huner û çandê: “Li şûna li çand û huner mesrefê bikin, dixwazin xanî û maşîneyan bikirin. Lê zêde qîmet nadin perwerdehiya civakî. 100-200 tl dema ji bo çand û huner xerç dikin, zêde tê pêş çavê wan. Lê tevî hemû astengiyên aborî, dîsa min kargeriya muzîkê vekir û niha kursê didim. Her ku diçe em zêde dibin. Ji bilî perwerdehiya muzîkê dibînin, em bi hevre çayê vedixwin û sohbetê dikin. Em bi hevre bi zimanên cuda distrên. Ji ber vê yekê pirr kêfxweş im.”
Jin divê çalak be
Ayfer Aslan li kursê perwerdehiya tembûr, gîtar, rîtm, piyano, keman û gelek cureyên îsturmanên muzîkê dide û ji her temenî şagirt tên li ber destê wê perwerde dibin. Herî dawî ew jnexasim jî bang li jinan dike: “Divê nexasim jin ku bi muzîkê elaqeder dibin, tenê wekî amûra sebrê lê nenihêrin. Divê vê yekê ji xwe re bikin armanc û dikarin bibin vîrtuozê înstrumantal. Divê jin di her warê jiyanê de çalak û xwedî vîn bin. Ez di bin banê Piştevaniya Mor de jî xebatê dikim. Ez hin caran diçim, şahiya muzîkê organîze dikim. Niha dîsa ji bo 8’ê Adarê xebatên me û tevgera me heye. Herî zêde jin tê tepisandin.”