FÎDAN ABDULLAH / ANHA / ŞEHBA

Dayika Wîdad bi rêya pîşeya xwe çanda Kurdî parast. Li hemberî zextên pergalên serdest beriya şoreşê sekinî û niha jî li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker disekine û çanda xwe ji nemanê diparêze.

Dayika Wîdad Seydo heta bi roja dayiyê jî li Efrînê ma û şahidî li Berxwedana Serdemê kir. Ew 50 salî ye, ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabatayê ye û dayika kurekî û 2 keçan e.

Dayika Wîdad dema 15 salî bû, dixwaze fêrî pîşeya dirûnê bibe. Wê demê ji dayika xwe dixwaze ku alava dirûnê jê re bikire. Dayikê jî xwesteka wê hema anî cih. Wê destpêkê pîjama ji xwişkên xwe re dirûtin, bi vê yekê xwe bi xwe şarezahiyên xwe di vî warî de xurt kirin. Piştî tecrûbeya 35 salan di dirûtina cilûbergên Kurdî de nexasim jî yên Efrînê de bû hoste û aşiqeke pîşeya xwe.