HBDH’ê otela ku çeteyên JOH û POH li Antalyayê lê diman şewitand. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Ji bo Mustafa, Hêlîn û Îbrahîm çalakiya bersivdanê hatiye kirin” û diyar kir ku wê li hemberî êrişa li dijî goristanan bêdeng nemînin.
Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) otela ku çeteyên JOH û POH (hêzên taybet ên dewleta Tirk) piştî komkujiyan lê bi cih dibin şewitand.
Di daxuyaniya HBDH’ê de hate gotin, ”Dewleta ku di sala 2016’an de bi hemû çekên xwe yên zilmê êriş bir ser berxwedêrên xwerêveberiyê, li ber berxwedanê bi rojan bêçare ma. Bi navê ‘Sendroma Nisêbînê’ tirs ketibû dilê yekîneyên komkujiyê POH û JOH. Dewlet ji bo JOH û POH’ên xwe ji nava vê tirsê derxîne û rehabîlîte bike ji bo wan betlane amade kiribû.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, ”Milîsên me, sal jî di ser re derbas bibin dosyayên sûcên kujerên gel ji bîr nakin, gav bi gav xwe nêzî wan dikin û hesab dipirsin. Çeteyên JOH û POH’ê yên komkujî li gelê Nisêbînê kirin, piştî komkujiyê li herêma Kûmlûca Adrasan a Antalyayê bi cih bûn. Oteleke li vê herêmê 8’ê Gulana 2020an bi şev saet di 23:00 de bû hedefa hêzên milîsên me. Otela tîpa Bûngalov şewitî û bû xwelî.” NAVENDA NÛÇEYAN