Êrîşên dewleta Tirk li dijî miletê Kurd ên herî hovane ne di dîroka vê dewletê de. Jixwe tevahiya mirovên ku xwedî bîr û hefizeyeke “Kurd” in, ango bi wê îdîayê radibin ku Kurdbûn bi tecrûbeyên civakî yên ji miletên din cihêtir pêk tê, dewleta Tirk û beriya wê Roma Reş weke dewleta hov dizanin. Ji ber wê jî ev der ne cihê wê ye ez bi rexnekirina komên marjînal-Kurd re xerc bikim. Ez ê berê xwe bidim devleta “hov”.

Her kesa/ê bi dîskursa serdest a dewleta Tirk dizane, dizane ku Kurd û peyva “vahşi” (hov, kovî, berî) bi hev ve hatine girêdan û heta bi gotina “kiro” Kurd û “vahşi” kirine hevmaneyên hev. Ev helbet ne tesadufek e. Çawa ku beriya komara Tirk were damezrandin, di Împaratoriya Osmaniyan de Tirk û Tirkman dihatin piçûkkirin ji ber ku nedihatin “rayê” ango gund ava nedikirin li gorî dilê Qesra li Stenbolê, baca xwe nedidan li gorî wê û hwd. Di Komara Tirkiyeyê de ev barê giran ên piçûkxistinê dan ser pişta Kurdan û ji ber heman sedemê: Kurd nayên “rayê” ango dev ji Kurdbûna xwe bernadin, nabin Tirk, weke adetê li gorî ku dewleta Tirk dixwaza wan “çêke” çênabin.

Gunehê Kurdan ev e bi çavên dewletê, ev “hov” in; lê di rastiyê de, ew tişta jê re dewleta netewe tê gotin bi îdîaya “modernîteyê” û jê jî kambaxtir bi îdîaya “medenîkirinê” hovîtiya nekirî nehişt. Ev hovîtî jî li wan kom, kes, milet û neteweyan kir ku weke “hov” bi nav kirin. Bi gotineke amiyane, tevî ku yên hov “ew (mesela Komara Tirkiyeyê) û bavê xwe (mesela Împaratoriya Osmaniyan) ne” li seranserê dinyayê komên ku ew «  modernîteya wan a “medenî” qebûl nekirin, an jî pê re li hev nekirin, jê fêm nekirin ketin ber komkujî, qirkirin û hewldanên “islahê” yên dewletan. Ha ev hovîtiyên xwe weke karê medenî, û jiyana heta hingê fêrbûyî û milet li wan baniyayî jî weke “hov” bi nav kirin. Ya ku qewimî eynî weke wê teşbîha “keçelo kumê min li serê te” bû.

Ha ji vir em vegerin ser Kurmanciyê; di Kurmancî de peyva “hov” heye ku kirinên dirinde, kujer, xwînrij ên heywan û merivan bi nav dike, li aliyê din peyva kovî heye ji bo wan heywannên ne kedî tê bi kar anîn, ji bo wan heywanên bi ti awayî xwe nêzîkî mirovan û civata wan nakin jî “berrî” tê gotin. Hîç guman nîne ku dewlet bi her awayê xwe dikevine ber rengdêra hov, lê miletên weke Kurdan ku serê xwe natewînin, zû bi zû xwe teslîmî çerxên modernîteyê (ya kapîtalîst) nakin, tecrûbeya xwe ya hezarên salan bi carekê bernadin, ew belkî kedî nabin, yan jî belkî naxwazin xwe nêzîkî van civatên bêêdeb, ji xwe razî û hov bikin. Ango ew dewlet hov in, illeh sifetek ji Kurdan re bivê belkî ew berrî bin yan jî kovî.

Berxwedana li Sûrê, li Cizîrê, li Silopiyayê jî îşaret bi bêhedbûna vê hovîtiyê dike ku bûye para dewleta Tirk. Ev berxwedan wê bibe yek ji tecrûbeyên gelê Kurd ku wê wî bêhtir bisitewînin û di têkoşîna wî ya rizgariyê de xurttir bikin, tişta ku wê bi dewletê were bi tenê ew e ku li sifetên wê yên zalimiyê wê hovîtiyeke hişk jî careke din zêde bibe. Ewên ku bi argumanên dewletê bi Kurdî û Kurdistanîbûnê qaşo siyasetê dikin, ji wan re ne tenê eyb û eyba reş dimîne, ew ê di tecrûbeya kolektîf a miletê Kurd de bibin, ew ên ku bi hewarê ve neçûn, di dema Şex Seîd de di dema Dêrsimê de, ew ê bibin ewên ku li cem hovan bi ava wan destê wan ên bi xwîn şûştin. Ev ne kehanetek e, sabit e bi tecrûbeya dîrokê re.