Konseya Revêber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Tilêliyê yê Serêkaniyê, ku di encamê de 7 jê zarok herî kêm 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya KNK'ê de hat bibîr xistin ku ji bo têkbirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk û hevalbendên wê zêdeyî saleke êrîşên hovane li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tînin û hat destnîşankirink u ji ber van êrîşan heta niha bi hezaran kes hatine kuştin, birîndarkirin û koçberkirin. Konseya Rêveber a KNK'ê di daxuyaniya xwe de komkujiya 29'ê Gulanê ya li gundên Tilêliyê, Temad û Ovencak ên herêma Serêkaniyê bi tundî şermezar kir û ev bang kir: "Em bang li hemû hêz û partiyên Roavayê Kurdistanê dikin û dibêjin 'hêzên xwe bikin yek, di nav rêveberiya herêmê de cihê xwe bigirin û bi hemû awayî piştgiriya şervanên YPG/YPJ’ê bikin.”
KNK'ê her wiha bang li hemû hêzên Kurdistanî kir û wiha got: “Parastina Rojava partiya hemû Kurdistanê ye. Rêveberiya Rojava bi hemû rengî destek bikin û xwedî li gelê me yê li Rojava derkevin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku rewşa Rojava li ber çavan bigirin û li hemberî van kiryarên hovane bêdeng nemînin.”  

PYD bangî rêxistinên navnetewî kir

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê komkujiya gundê Tilêliya Serêkaniyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl ku di encamê de 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 sivîl hatin qetilkirin, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî gundên Tilêliyê, Timad û Qoncaq ên rojavayê Serêkaniyê kirin. Çeteyan li vir li dijî gundiyan komkujiyek pêk anîn. Piraniya qurbaniyên vê komkujiyê jî zarok û jin bûn. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku bi erka xwe ya mirovahî rabin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke  Desteya Rêveber a PYD’ê  li ser navên hemû endam û alîgirên xwe kiryarên DAIŞ’ê di vê komkujiyê de bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku li dijî kiryarên DAIŞ’ê li ber xwe bidin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo aloziya Sûriyê bê çareserkirin pêwîste hemû pêkhate û aliyê Sûriyê destê xwe bidin hev û lehiya xwînê rawestînin.”  

KCD: Qetlîam li hemerî mirovahiyê ye

Kongreya Civaka Demokratîk der barê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî welatiyên sivîl daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berpirsyarên qetlîama ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin welatên ku alîkariyê didin çeteyanin, KCD’ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê îslamê ji bo xwe weke maskeyekê bi kar tîne û wiha got: “Alîkariya ji bo çeteyan tên kirin rê li ber qetlîamên nû vedike. Divê dewletên Tirkiye, Suudî û Katar dest ji alîkariye çeteyan bedrin. Qetlîama li hemberî gelê Rojava hatî pêkanîn qetlîama li hemberî mirovahiyêye. Em vê qetlîamê şermezar dikin û ji malbatên wan re sersaxî dixwazin.”

BDP: YPG/YPJ ewlekariya herêmê ye

Navenda Giştî ya BDP’ê der barê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberê gelê sivîl yê Serêkaniyê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Navendê diyar kir ku ji detayên komkujiyê jî diyare ku ev êrîş armanç dike ku bê bawerî û radestkirinê dinava Erebên li Rojava de derxîne
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pêkanîna vê êrîşê ya ji aliyê DAIŞ’ê berê ji aliyê Tirkiyê ve hatî destek kirin, gûmanên me yên di der barê bûyerê de hîn zêdetir dikin. Di demek herî zûde bersiva şervanên YPG/YPJ’ê ya li hemberî vê êrîşa li ser Ereban, pêşiya komkujî hîn mezintir bibe girt. Ango berevajî îdiayên AKP’ê û hinek hêzên navnetewî, li Rojava hêza herî bi îstîkrar û ewlekariyê pêktîne şervanên YPG/YPJ’ne.”
Navendê diyar kir ku ew wekî Partiya Demoqrasî û Aşitiyê sersaxiyê xwe ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn re dişînin û wiha hat gotin: “Em rêxistina berxwedan û parastina rewa ya gelê Rojava YPG û YPJ’ê û hêzên pêşkeftî yên li herêmê silavdikin.”

HDP: AKP destekê dide çeteyan

Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşa çeteyan ya li hemberî welatiyên sivîl bi daxuyaniyekê şermezwar kirin. HDP'ê diyar kir ku ew bang li desthilatdariya AKP'ê dikin ku çi sergirtî çi jî vekirî êdî bes piştgiriyê bide DAIŞ û yên mîna wan û divê hikûmeta AKP'ê êdî dest ji polîtîkaya xwe ya gelên li Rojava weke dijmin dibîne berde.

Ji saziyên civakî peyam

Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk a Almanya bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Serêkaniyê ku 7 jê zarok herî kêm 15 sivîl bi hovane qetil kirin, bi tundî şermezar kir.
Platformê ragihand ku ev komkujî êrîşek li dijî jiyana bi hev re ya gelên Rojava bi aştî û biratiyê, li dijî avakirina xweseriyê ye û wiha got: “Ev hêzên tarî yên bi gotina ‘Allah û Ekber’ êrîşî her kesî dikin û mirovan qetil dikin, tu eleqeya wan bi mirovatiyê, demokrasiyê nîne. Ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Serêkaniyê, di serî de dewleta Tirk hemû dewletên alîkariyê didin çeteyan berpirsyar in.”
Delegeyên Konferansa Îslama Demokratîk û Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Ev hovîtiya ku ji aliyê tu nirxên şer û mirovahiyê ve nayê qebûlkirin, ji ber ku bi navê Îslamê hatiye kirin, divê em Misilman hîn bêtir nerazîbûnê nîşan bidin û em li dora gelê Kurd ê mazlûm bicivin. Em nikarin bibin temaşevanên komkujiya neviyên Ebusufyan, Hinden û Ebucehilan, ku Kurdên Misilman bi hovane qetil dikin. Em bang li hemû Misilmanên samîmî û dirust ên li derveyî cemaet û civata Îslamê ya bi dewletên zordar re tevdigerin dikin, ji bo rizgarkirina îzzeta Îslamê li dijî van çeteyên DAIŞ'ê dengê xwe yê hevpar bilind bikin.”
Her wiha saziyên Kurd ê li Rûsyayê komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Serêkaniyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û dewletên cîhanê li pêşberî vê rewşê, nayê qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN




HSK: Jiyana mirovan di metirsiyê de ye

Saziya Alîkariya Mirovahî li Almanyayê Heyva Sor a Kurdistanê, kiryarên rêxistina DAIŞ’ê di komkujiya ku li gundên rojavayê bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîne, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Rêveberiya HSK bir bîr xist ku di encama kiryarên hovanê yên DAIŞ’ê de, bi dehan zarok û jinan ên bê guneh ku ji ber şerê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê ve reviyabû û  xwe sipartibûn deverên Rojava hatine kuştin.
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku gelek saziyên navneteweyî yên di bin navê parastina mafê mirovan de kar dikin, dem mijar dibe gelê Kurd, li hemerî êrîş û komkujiyan xwe li bêdengiyê datînin û di vê mijarê de durûtiyê dikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, gelek rêxistinên li Sûrî di bin nave Ola Îslamê de mohra xwe li kiryarên dij mirovahî didin û di serî de saziyên mirovahî, bang li hemû rêxistinên navnetewî yên xwe weke parêzvanên mafê mirovan binav dikin, da ku li dijî komkujiya li hemberî gelên Sûrî û Rojava dengê xwe bilind bikin
Di daxuyaniya xwe de Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn xwest.
Heyva Sor her weha ragihand ku ji bo alîkariya bi mexdûrê êrîşên li Rojavayê Kurdistanê ew amade ne bi her awayî destê alîkariyê dirêj bikin. 

DUSSELDORF