Zeyneb El Husnî keçeke 18 salî bû bi destê hêzên ewlekariya Sûriyeyê piştî işkenceyeke giran hatibû kuştin. Li gorî agahiyên çavkaniyên şoreşê Zeyneb ji alî istixbaratê ve hatibû revandin û winda bû, dema ku malbata Zeybneb li cesedê kurê xwe digeriya rastî cesedê wê hat ku hin endamên laşê wê hatine jêkirin û bi rengekî hovane bi cesedê wê hatiye lîstin.
Her wiha di nava kuştiyan de doktorê bi navê Hesen Îd jî hebû kul i nexweşxaneyeke Humsê kar dikir. Li gorî çavkaniyên mafê mirovan ew li ber deriyê xwe bi destê hêzên ewlekariya Sûriyeyê hatiye kuştin. Ji aliyekî din ve televizyona fermî ya Sûriyeyê û ajansa wan SANA’yê idîa dike ku doktor Hesen Îd bi destê komên çekdar hatiye kuştin.
Ji aliyekî din ve li gorî saziyên mafê mirovan û çavkaniyên kordînasyona xwepêşandanan bi zêdebûna tevgera leşkerî û operasyonên artêşa Sûriyeyê li dijî xwepêşandêran hin nûçeyên veqetîna ji artêşê jî tên belavkirin.  

Muxalefet belav e

Ji aliyekî din ve xwepêşandanên Sûriyeyê êdî ne her hefî lê her roj hene û ne tenê bi roj bi şev jî berdewam dikin. Bi gotineke din mirov dikare bêje tevî ewqas rê û rêbazên hovane ên hêzên ewlekariya Sûriyeyê dîsa jî gelê Sûriyeyê êdî dîwarê tirsê herifandiye û ber bi azadiya xwe dimeşe. Kêmaniya bi tenê ya gelê Sûriyeyê ew e ku muxalefeta wan gelekî belav û bê ser û ber e lewra jî gelek hêzên derve her yek dixwaze bi alî xwe bikşîne û ji bo armancên xwe bikar bîne. Pêwîste ku rojek berî rojekê li ser nirxên netewî û bercewendiyên hevbeş ên gelê Sûriyeyê bên ba hev û muxalefetekê hevgirtî ava bikin.

ŞAM