Artêşa Tirk a dagirker roja 26ʹê Çile saet 18.00ʹan 7 welatiyên ji gundê Mezra ya Dêrikê gule baran kirin. Di encama gulebaranê de 2 kes hatin qetilkirin û 5 kes bi giranî birîndar bûn. Gunehê van kesan tenê ew e ku gundê wan nêzî sînor e. Ji ber ku Artêşa Tirk gulebaran ranediwestand, welatiyên herêmê nedikarîn birîndaran û cenazeyan rakin. Piştî bexwedan û israreke mezin a gundiyan 4 welatiyên birîndar ên bi navê Mihemed Îd Ehmed, Ebd Reşîd Elî, Mihemed Emîn Heyder û Salih Şêx Xelîl rakirin û ew birin nexweşxaneya Dêrikê. Birîndar di navbera 50 û 60 salî de ne.

Rê nedan cenazeyan bînin

Di vê navberê de birîndarê bi navê Şêro Husên Ebdullah (40) ku ew jî yek ji birîndaran bû, li cihê bûyerê bi birîndarî di bin berf û baranê de dimîne. Ji ber Ebdullah di bin serma û seqemê de 40 saetan dimîne û gelek xwîn jê diçe, ew jî dimire. Bi vê yekê hejmara miriyan bû 3.

Heta niha Arêtêşa Tirk a dagirker bi sedan welatiyên Rojava li ser sînor qetil kirine û birîndar kirine. 


 DÊRIK