Êrîşên dewleta Tirk Artêşa Tirk a dagirker piştî hedefgirtina Radyo ROJAVA û ÇIRA vê carê jî li ser EFRÎN FM didomin. Li gel van êrîşan jî ji kantonên Bakurê Sûriyeyê piştgirî tê ku endama Rêveberiya radyoyên Kantona Cizîrê Sozdar Ehmed da zanîn ku ew ê xwedî li radyoyên Dengê Çira û Dengê Rojava derkevin û wê nehêlin dengê rastiyê bê çewisandin. Her wiha Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî bombebarana balafirên dewleta Tirk ên li ser navendên YPG/YPJ‘ê wekî metirsiyeke herî mezin bi nav kir û got ku ev êrîş hêzên ku şerê terorê dikin hedef digirin.

Artêşa Tirk a dagirker ev bû sê roj in gundên Firfirk, Qera Baba, Tebê Heşrekî, Mosako, Binîrik, Meydan Ekbes û Şenkliyê yên navçeya Raco û gundên Çeqela Jorîn û Mela Xelîl ên navçeya Şiyê topbaran dike. Pêr artêşa dagirker êrîşên xwe berfireh kirin û  gundê Hemam ê navçeya Cindirsê topbaran kir.

Artêşa dagirker pêr di saet 23:50`an de bi tang û çekên giran gundê Heman ta danê doh sibehê dabû ber topan. Hatiye diyarkirin ku di encama -van êrîşan de zêdetirî 20 topan li gund ketine.

Ji aliyekî din ve jî êrîşên  dewleta Tirk a dagirker li dijî çapemeniya azad didome. Artêşa Tirk piştî hedefgirtina Radyo ROJAVA û ÇIRA, vê carê AFRÎN  FM  kir armaca êrîşên xwe.  Di encama  topbaranê de weşana AFRÎN FM ya  li navçeya Şiyê hate rawestandin. Piştî van êrîşan li herêmê bêdengiyek çêbûye.

Ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk 5 tang û sê panzer li hemberî gundê Kirdo yê navçeya Bilbilê bi cih kir û leşkerên xwe li wê herêmê zêde kirin.

Balafirên şer ên artêşa dagirker 25`ê Nîsanê êrîşe Qereçox û Şengalê  kiribûn. Di encama van êrîşan de 20 şervanên YPG û YPJ`ê  şehîd bibûn û Radyo ROJAVA û ÇIRA  hatibûn ruxandin.

Radyoyên Cizîrê bernameyên Çira û Rojava pêşkêş dikin

Dê 4 radyoyên Kantona Cizîrê bernameyên ku radyoyên Dengê Rojava û Dengê Çira diweşandin, pêşkêş bikin. Endama Rêveberiya radyoyên Kantona Cizîrê Sozdar Ehmed da zanîn ku ew ê soza xwe  bi cih bînin, xwedî li radyoyên Dengê Çira û Dengê Rojava derkevin û wê nehêlin dengê rastiyê bê çewisandin. Sozdar anî ziman ku dê radyoyên Kantona Cizîrê hemû bernameyên siyasî, civakî û çandî yên ku radyoyên Dengê Rojava û Dengê Çira diweşandin, pêşkêş bikin û wiha domand: ″Em şopdarên hevalên xwe yên ku di oxira ragihandina rastiyê de canê xwe fedakirinne.” 

Dewleta Tirk dijminê hemû pêkhateyan e

Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî têkildarî bombebarana balafirên dewleta Tirk ên li ser navendên YPG/YPJ‘ê li çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. El-Hadî anî ziman ku Yekîneyên Parastina Gel û Jin li Sûriya şerê terorê dikin û got: “Dewleta Tirk navendên wan bombebaran dike got: “Ev mijareke gelekî bi xetere ye, ne tenê li ser Rojava, lê belê li ser Bakurê Sûriyayê û tevahî dinyayê ye. Ji ber ku YPG/YPJ hêza sereke ye ku şerê DAIŞ‘ê û rêxistinên terorîst dikin. Herêmên me ji ber kiryarên Tirkiyê di kirîzeke mirovî de derbas dibin, dewleta Tirk jî ji ber ku şerê li dijî terorê asteng dike.”

Tirkiye li hincetan digere

Şêx Himêdî Deham El-Hadî dest nîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta ku çekdarên PKK‘ê li Rojava hene êrîşî Rojava dike û wiha pêde çû: “Heger Tirkiyê dijminahiya PKK‘ê bila biçe li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şerê wê bike, bila şerê xwe neyne herêmên me yên bi ewle. Em tekez dikin ku hebûna PKK‘ê li herêmên me nîn e ku Tirkiyê şerê wan bike. Li vir Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPG/YPJ‘ê yên parastina hemû pêkhateyan, Kurd, Ereb û hemû partiyan dikin, hene. Gelê me li azadiya xwe digere, pirsgirêkên wê bi tu kesî re nîn in, armanca wê xelasbûna ji terorê û azadî ye.”

Em hemû di hedefa Tirkiyeyê de ne

Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî  anî ziman ku dijminahiya dewleta Tirk a ser Rojava hemû pêkhateyên Sûriyê yê ku şerê terorê dikin û daxwaza azadiya xwe dikin, hedef digirin û got: “Pirsgirêkên me bi dewleta Tirkiyê û dewleteke din re nîn in, Hêzên Sûriyeye Demokratîk ku hemû pêkhate; Kurd, Ereb, Suryan cihê xwe di nav de digirin bi destekdayîna Koalîsyona Navnetewî aramî û ewlekarî li herêmên me peyda kir. Tirkiye jî bi van kiryarên xwe aramiya herêmên me têk dibe û em bi tu awayî vê yekê qebûl nakin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN