Hunermenda Kurd Hozan Canê yek ji wan rehîneyan e ku rejîma Erdogan wan digire û li dijî Elmanyayê bi kar tîne. Hozan Canê ji bo Serokwezîra Elman Merkel a ku wê dawiya hefteyê bi dîktatorê Tirk Erdogan pêşwazî bike, nameyek şand.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Elman Heiko Maas, ji ber sedemên siyasî niha li Tirkiyeyê 5 welatiyên Elman di girtîgehê de ne. Lê dibe ku ev hejmar hê zêdetir be. Ji ber ku gelek caran dewleta Tirk, dema welatiyên Elman destgîr dike yan jî digire, dereng agahiyê dide Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê.
Beriya serdana Erdogan a Elmanyayê, Maas bal kişand ser rewşa welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê rehîn û got, “Hê jî girtina welatiyên me yên li girtîgehên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin.”
Ji bo piştgiriya HDP´ê çû Tirkiyeyê
Hozan Canê ya ku yek ji rehîneyên rejîma Erdogan e, nameyek ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re şand û tê de diyar kir ku li girtîgehê di nava mercên xirab de ye. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Elman DPA´yê Hozan Canê ji Merkel dixwaze di hevdîtina bi Erdogan re behsa rewşa wê bike û ji bo berdana wê hewl bide.
Hunermenda Kurd a li Kolnê dijiya, di dema hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji bo piştgiriyê bide HDP’ê çûbû Tirkiyeyê. Ozan Canê ya di dema mîtînga Edîrneyê de hate destgîrkirin, ji ber di filmekê de ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya YPG/YPJ’ê de rol kiribû, wêneyekî li gel şervanên YPG’ê girtî, tê sûcdarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN