Di ser koça dawî ya hunermend Hozan Serhat re 19 sal derbas bûn. Wî di dilê gelê Kurd de cihekî bêhempa girt. Hunermend Suleyman Alpdogan ango Hozan Serhat carna ew li “Ser xanîkan” dibe hevalê zarokan, carna ew dibe awaza “Hewlêr” carna jî dibe mêvanê Tahsîn Taha û carna jî li ber gul û kulîlkên xwezaya welatê xwe dibe parêzvanê xwezayê. Carna jî bi strana “Sîpanê Xelatê” diçe lûtkeya Çiyayê Sîpanê û dibe mêvanê Siyabend û Xecê. Dengê wî ji kerika guhê kurd û dostên wan derneketiye û nayê ji bîrkirin.
Çavkaniyeke me ya xurt heye
Hozan Serhat dibêje her çiqas wî xwe di aliyên amûrên muzîkê de li pêş xistibe jî nêrîna xwe ya derbarê şoreşê de wiha tîne ziman: “Ji bo şoreşgerekî vegera welat wezîfeya herî pîroz e.” Hozan Serhat li dijî hemû talûkeyên li ser çand û hunera kurdî derdikeve û wiha dibêje: “Çavkaniyeke me ya xurt heye. Vegera ber bi wê çavkaniyê, bi taybetî li wir afirandina çanda kurdî dikeve ser milê me. Dengbêjan vê çandê heta îro anî astekê. Heke em dest neavêjin vê çandê wê tune bibe. Çand û hunera kurdan dikin tirkî. Em stranên xwe berê derxin, bixwînin û ji siberojê re ragihînin. Bila winda nebin.”
NAVENDA NÛÇEYAN