Hozan Siyabend wefat kir


Hunermendê Kurd, Hozan Siyabend doh wefat kir. Yek ji hunermendên salên 90’î yên muzîka Kurdî Hozan Siyabend, doh wefat kir. Hozan Siyabend ê ji Qelqeliya Wanê, ev demeke dirêj bû ku li Wanê ji ber nexweşiya pençeşêra madeyê, derman dibû. Hat zanîn ku Hozan Siyabendê bi albuma xwe ya bi navê “Sonda Mirinê” û stranên xwe yên bi navê “Fîrar”, “Çavên Te”, “Xewn û Xeyal”, “Dayê Dayê” û hwd. navdar e, doh danê sibehê ji ber xwînwerivîna ser mêjî, li Wanê rehmet kiriye.
WAN
