Gerîlayên HPG/YJA-Starê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên li dijî leşkerên artêşa Tirk de çalakî kirin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 15 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê: Serpêl û serbaz di nav de 11 kes hatin kuştin
“Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 23’ê îlonê li dijî artêşa Tirk a dagirker li derdora Girê Konferansa Mezin ya herêma Geliyê Pisaxa çalakiya sûîkastê li dar xist. Di çalakiyê de eskerek hate kuştin.
Di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me roja 23’ê Îlonê li dijî konvoya artêşa Tirk a dagirker a ber bi Girê Şehîd Derwêş yê Girê Lêlîkan yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ve diçû çalakiya sabotajê lidarxist. Wesayîteke tîpa Reo di konvoyê de bû hedef, bi temamî hate rûxandin û qasî hate tespîtkirin serpêl û serbazek jî nav de bi giştî 11 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di vê çalakiyê de hêzên gerîla zirar nedîtin.
Gerîlayên YJA-STARê lekerek kuştin
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de gerîlayên YJA Starê di navbera Midyada Mêrdînê û Hezexa Şirnexê de li dijî leşkerên nobeta rê digirtin çalakiyeke sûîkastê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Li qada Şehîd Botan a Bagokê jî di 12’ê Îlonê de çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.
ANF / BEHDÎNAN
Em ê xwîna wan li erdê nehêlin
22’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li herêma Herekolê ya Sêrtê ket nava tevgerê û bi helîkopterên Skorksky leşker danîn qadê. Di vê tevgera dagirkeriyê de gerîla Nûrhan Dundar bi nasnav Goksun Têkoşîn şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevala me Goksun, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û sond dixwin em ê xwîna wan li erdê nehêlin.