Gerîlayên HPG/YJA Starê li Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt û Amedê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de qasî hate zelalkirin 7 leşker hatin kuştin, 3 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku 20’ê Tîrmehê danê êvarî saet 17.00’an hêzên gerîlayan li dijî konvoyek leşkerî ku ji Çelê diçû Colemêrgê, li nêzî gundê Mebûkê çalakî li dar xistine, got, “Tevgera konvoyê cih bi cih bi kontrolên leşkeran ên rê ve dom dikir, di wê demê de hêzên me li van leşkeran dan. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Dîsa wesayîtên zirxî ya Kîrpî û 2 Akrep jî bi roketan hatin derbkirin. Ev wesayîtên derbkirî demek dirêj di kontrola hêzên gerîlayên me de man. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vir nehatin zelalkirin, ji Colemêrgê hêzên teqwiye hatin û ev wesayît ji qada çalakiyê dûr xistin.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên şehîd ku demên dawî de li Colemêrgê gihiştin şehadetê hatiye lidarxistin.”

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha ragihand: “Li qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê leşker ketin nav tevgerek zêde. Leşkerên ku hewl didan çeperên nû çêbikin, ji aliyê gerîlayên me hatin hedefkirin, lê hejmara zelal a kuştiyan nehat bidestxistin. Îro ji danê sibehê saet 06.10’an heta 06.30’an qereqola Bîlîcanê, qada Dola Kinyaniş, saet ji 07.30’an heta 07.50’an jî girê Şehîd Colemêrg bi obusan bombe kiriye.”


Leşkerên di oparosyê de bûn hedef

HPG’ê di dewama daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:  “21’ê Tîrmehê artêşa TC li mintiqa Şapatan a girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên me ku danê sibehê saet 05.30’an hêza operasyonê ferq kirin û komek xistin bin kontrola xwe. Saet 17.00’an li dijî leşkerên ku xwe amade dikirin ji Şapatanê ber bi mintiqa Nehrî biçin, çalakî hate lidarxistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

Her wiha, komek din a operasyonê jî saet 19.45’an dema ber bi qada Sênala xwe dikşandin; hêzên me çalakî li dar xistin û ji mesafeyek nêz li leşkeran dan. Li vir 3 leşker hatin kuştin leşkerek jî birîndar bû. Di domahiya operasyonê de artêşa TC li her qada ku derbas kirine agir berdane eraziyê. Ev operasyon saet 20.00’an vekişiyaye.

22’yê Tîrmehê saet 08.00-08.30’an dema cerdevanên gundên Qadana û Katûna yên li qada Şemzînanê ji qereqola Tepê Çeta malzeme dikşandin; hêzên me bi armanca hişyariyê gule reşandine.


Li dij wesayitan çalakî

HPG’ê ragihand ku li Midyadê hêzên dewletê yên bi wesayita sivîl tevdigeriyan bûne hedef û wiha hate gotin: “21’ê Tîrmehê saet 09.00’an dema komek gerîlayên me mabeyna navçeyên Midyadê ya Mêrdînê û Hezex a Şirnexê diçûn wezîfeyê li nêzî gundê Sarê tevgera dijmin ferq kirine. Li dijî dijmin ku bi wesayît sivîl tevdigeriyan çalakî li dar xistin. Piştî wesayît hat derbkirin, sekinî. Li vir hejmara dijminên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin.”


Li Garisa 2 leşker hatin kuştin

Yek ji cihê ku HPG’ê çalakî lidar xist jî Dihê ya Sêrtê bû. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin: “21’ê Tîrmehê saet 17.45’an hêzên me li dijî qereqola Serxetê ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar li vir nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê leşkeran qadên derdora xwe dan ber obus û hewanan.

21’ê Tîrmehê saet 19.30’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên li girê Şûxa yê li qada Garisa ya Sêrtê çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Li vir 2 leşker hatin kuştin.

22’yê Tîrmehê saet 07.00’an hêzên me li dijî stasyonek bazê ya li gundê Kiyê ya girêdayî navçeya Pasûr a Amedê çalakiya sabotajê li dar xistin û stasyona bazê îmha kirin.” 



ANF/BEHDÎNAN  





TŞYG: Rêya Dersîm-Pilûrê di kontrola me de ye



Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan da xuyakirin ku di çalakiya sûîqestê de ku li dijî qereqola Cevîzlîdere ya li Pilûrê li dar xistin, leşkerek kuştine. Her wiha ragihand ku rêya Dersîm-Pilûrê di bin kontrola mîlîtanên wan de ye.

Di daxuyaniya TŞYG’ê de wiha hate gotin: “18’ê Tîrmehê saet 11.30’an mîlîtanên me yên TŞYG’ê li dijî leşkerên TC’ya faşîst ên li qereqola Cevîzlîdere ya girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Ji 15’ê Tîrmehê ve rêya Dersîm-Pilûrê di kontrola mîlîtanên me yên TŞYG’ê de ye.”