
HPG’ê çalakiya di 25’ê îlonê de li navenda Dêrsimê pêk hat girt ser xwe û diyarkir ku di çalakiyê de 9 leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-BÎM) der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da û da zanîn ku ku di çarçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Celal, Şehîd Zîlan û Şehîd Azîz” de li navenda Dêrsimê çalakiyek li dar xistine û çalakiya ku pêr pêk hatibû girte ser xwe. HPG´ê li ser çalakiya ev agahî dan: “Di 25'ê Îlonê de di saet 18.00'an de li Dersimê li taxa Kanogluyê li dijî leşkerên tevgera taybet ên cendermeyên Walîtiya Dersimê diparastin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de mînîbuseke ku 9 leşker têde bûn giştî hatiye rûxandin, 2 jê çawuşê pispor 9 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê dijmin girên stratejîk ên li derdora bajêr bi cîh bûye û piştî çalakiyê bi 15 xulekan helîkopteren kobrayan cihê çalakiyê bê ser û ber gulebaran kiriye.”
Di daxuyaniyê de der barê windahiyên sivîlan de jî wiha hat gotin: “Windahiya sivîlan a behsa wê tê kirin, di encama çalakiya gerîlayên me de an jî ji ber gulebarana dijmin qewimiye, ji aliyê me ve heta niha nehatiye zelalkirin.”
Tevgerên şoreşgerî belav dibe
HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya serweriya gerîlayan ya li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê ya Colemergê de ji aliyê gerîlayan ve hin rêzeçalakî hatiye lidarxistin. Hat diyarkirin ku di 25'ê Îlonê de li dijî Alaya Garê ya Şemzînanê çalakiyeke hemwext hatiye lidarxistin, di çalakiyê de 4 leşke hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. HPG diyar kir ku piştî çalakiyê artêşa tirk kuştî û birîndarên xwe bi wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye.
Endamê JÎTEM´ê birîndar bû
HPG di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di 19´ê Îlonê de li gundê Kurna yê Dêrsîmê di navbera gerîlayan û sîxurekî JÎTEM´ê de şer qewimiye. HPG anî ziman ku sîxûrê bi navê Haydar Çigli gulle berdaye gerîlayan, şer qewimiye û piştî ku Çigli di vî şerî de giran birîndar bûye wî bi helîkopterê rakirine Melatiyê.
Kesek hat binçavkirin
HPG diyar kir ku di 22’ê Îlonê de jî li bajarokê Rûbaroka Şemzînanê di navbera gundên Kurkê û Bêgirdê de operatorê dozerê ya şîrketa Kaldirimoglu ya xebatê avakirina qereqolan girtiye ser xwe yê bi navê Serhat Demîrcan ji aliyê gerîlayên ve hatiye binçavkirin û piştî lêpirsîna destpêkê hatiye girtin.
Gel dadgeh kir
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 25'ê Îlonê de li Amedê jî di navbera navçeyên Pasûr û Farqînê de gerîlayan rê kontrol kirine, wesayît hatine rawestandine û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirine. HPG da zanîn ku di vê çalakiyê de karkerên li bendava Farqînê de dixebitin, li pêşperî gel hatine dadgehkirin û ji ber sonda nexebitandina li bendavên erdnigariya Kurdistanê qetildike dane, serbest hatine berdan.
Ji aliyê din ve HPG'ê eşkere kir ku di 13'ê Îlonê de li navçeya li navçeya Ebex (Çaldêran) a Wanê Atakan Gonen ê ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin, piştî kar û xebatên hiquqî qediyan serbest hatiye berdan.
Li Elkê çalakî
Di daxuyaniyê de der barê tevgera gerîlayan a li Botanê de jî agahî hat dayîn û weha hat gotin: “Di 25'ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî girê Çeper ê ewlekariya Fermandariya Tûgayê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ku hemû baregehên dijmin bi awayeke bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelakirin.”
Li herêmên gerîla bombebaran
HPG’ê der barê bombebaranên artêşa Tirk yê li Herêmên Parastinê yê Medyayê jî agahî dan. Li gorî daxuyaniyê, di 24'ê Îlonê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarokê Şeladizê herêma Çiyareş a bi ser Zapê ji aliyê balefirên şer ve hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de Girên Rûbar, Angola û Ferhat ên bi ser Çiyareşê şewata daristanan destpêkiriye û şewat hîn jî berdewam dike. Hat diyarkirin ku ji 23'ê Îlonê û vir ve jî li navçeya Çelê ya Colemergê herêmên Garêya biçûk û mezin, Ertûş û Gundê Zêwê ji aliyê artêşa Tirk ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
ANF/BEHDÎNAN
Gerîla Polat hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tamer Polat (Gabar Dêrsîm) ku di çalakiya li Dêrsîmê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tamer Polat (Gabar Dersîm) ku di 22'yê Îlonê de di êrîşa li hemberî nokteya leşkeran û Qereqola Yolçati ya li sêgoşeya navçeyên Qisle, Pilemuriye û Navenda Dêrsîmê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. Piştî malbatê li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenaze teşhîs kir doh birin navçeya Mazgerdê ya Dêrsîmê.
Girseyê serê sibê cenazeyê Polat ji Ocax Tenduristiyê ya Navçeyê hate wergirtin û ber bi gundê Xiştanê yê Mazgerdê ve ketin rê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, endamên BDP'ê, MEYADER û gelek kes tevlî karwana cenazeyê bûn.
Cenazeyê Polat demekê li gund li malê hate sekinandin. Paşê girseyê darbesta wî bi kesk, sor û zer hate xemiland û bi slogana "Şehîd namirin" bire goristana gund û li gorîstanê bi tilîliyan û loriyên Dimilkî veşartin. Piştî merasîmê girseyê çû serdana mala sersaxiyê ya li gund.
DÎHA/DÊRSÎM