Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla û operasyonên artêşa Tirk de ev agahî dan: “Roja 8’ê Tebaxê, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Pasûr a Amedê dest bi operasyonê kir. Saet di 18:00 ê roja 9’ê Tebaxê rojê de, hêzên me li herêma navbera gundên Bira Zeynê û Temira yên navçeya Pasûrê, li hemberî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li vê yekîneyê hat dayîn û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra gule li derdorê reşand û ji ber vê yekê şewat derket.
Li Wanê polîsek hat kuştin
l Roja 7’ê Tebaxê saet di 16:30 de, tîmeke ji hevalên me ku li derdora navçeya Payîzava ya Wanê bi erka xwe radibû, dema li herêma navbera Wan-Payîzavayê bi polîsan hesiya, li wan da. Di şerê demkurt ê li vir de, polîsê bi navê Omer Farûk Bol bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê mir.”
BEHDÎNAN