Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin ku li bendê ne piştî agirbestê êrîşên Îranê rawestin û wiha hate gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku êrîşên Îranê yên li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê bi vê agirbestê ve bi dawî bibe.” HPG’ê ji raya giştî û gelê Kurd re ragihand ku heta li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê û Qendîlê êrîş pêk neyê dê li gorî agirbestê tevbigerin û li gorî hewcedariyên pêvajoyê tevbigerin.
ANF/BEHDÎNAN