Li gorî agahiyên ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hatin dayîn, roja 16’ê Tîrmehê saet di 18:00 de, li hemberî qereqola Suveren a li navçeya Çewlik Dara Hênê çalakiyeke sûîqestê hat lidarxistin û di encamê de leşkerek hat kuştin. Hat ragihandin, piştî çalakiya sûîqestê bi çekên ferdî li qereqolê hat xistin.
Ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê
Hêzên gerîla di 16’ê Tîrmehê de, li hemberî leşkerên li herêma ‘Genîş Tepe’ ya li Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de gerîlayan ji nêz ve bi çekên ferdî li gir dan. Di encamê de 3 leşker mirin. Hat ragihandin, ku ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatiye lidarxistin.
Bi wesayîteke bombebarkirî çalakî
HPG’ê her wiha ev agahî da: “Roja 15’ê Tîrmehê saet di 17:30 de, hêzên me bi wesayîteke bombebarkirî çalakî li hemberî qereqola Kil a li navçeya Dersîm Qisleyê lidar xistin. Piştî ku wesayîta bombebakirî hat teqandin, bi çekên navîn û giran hêzên me li qereqolê xistin. Piştî vê çalakiyê li qereqolê û derdora wê şewat derketiye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vê derê nehatiye zelalkirin. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê werin bidestxistin, wê piştre bên parvekirin.”
Balafirên şer li herêma Besta
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Roja 15’ê Tîrmehê saet di navbera 15:00-16:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li Geliyê Hêzil ê li herêma Besta barandin.
14’ê Tîrmehê, artêşa TC li bejahiya navçeyên Şax, Miks û Westan ên Wanê dest bi operasyonê kir. Operasyon roja 15’ê Tîrmehê saet di 12:00 de bi rengekî têkçûyî qediya.
Ji 14’ê Tîrmehê û vir ve artêşa TC li herêmên Mêrdîn û Dêrikê operasyoneke berfireh dimeşîne. Operasyon hê dewam dike; agahiyên li ser operasyonê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.”
Nasnameyên 2 gerîlayan hatin eşkerekirin
Nasnameyên 2 gerîlayên ku di şerê 14’ê Tîrmehê de li navçeya Farqîn a Amedê şehîd ketibûn hate ragihandin. Li gor agahiyên HPG’ê, 14’ê Tîrmehê di şer de ku danê sibehê saet nêzî 05.00’an li nêzî gundê Dêrikê Hemê Reşo qewimî, gerîlayên HPG’ê Firat Bûlût (Agir Mardîn) ji Mêrdînê û Ramazan Îmen (Çîyager Îmen) ji Êlihê ye, şehîd ketin. HPG’ê da xuyakirin ku operasyona navborî, 16’ê Tîrmehê bi vekişandina artêşa Tirk bi dawî bûye.
BEHDÎNAN