HPG´ê da zanîn ku di çalakiyê de leşkerên li dora gir û cerdevanên gundê Kêr xwestin dest li hêzên wan werdin. Hingê wan li hemberî maşîneke transît a ji bo teqwiyeyê hatibû çalakiyeke sabotajê pêk anî û di encamê de maşîn hat rûxandin. Maşînên zirxî û yên sivîl ên ji bo armancên leşkerî ber bi gir ve çûne jî bûne hedefa hêzên gerîla. HPG dibêje, hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di çalakiyê de nehatine zelakirin. HPG´ê da zanîn ku di çalakiyê de du gerîlayên wan şehîd bûne û nasname û agahiyên derbarê wan de paşê wê werin eşkerekirin.

HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên roja 14'ê Nîsanê li Farqînê jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir. HPG´ê da zanîn ku di êrişa hewayî de 6 gerîlayên wan şehîd bûne, 2 jî bi birîndarî dîl hatin girtin û weha dewam kir: "Piştre ev her du hevrêyên me yên bi birîndarî dîl hatin girtin, ji aliyê artêşa Tirk a faşîst ve şehîd hatin xistin."

Li gorî daxuyaniya HPG´ê gerlayên jiyana xw eji dest dayî ev in:

Bager Cûdî / Resûl Elemholî / Cihê ji dayikbûnê: Makû

Zagros Ciwan / Vedat Hesas / Cihê ji dayikbûnê: Mersîn

Mordem Tîrêj / Erhan Kaya / Cihê ji dayikbûnê: Wan

Serhildan Xinis / Ensar Orûç / Cihê ji dayikbûnê: Erzîrom

Egîd Kurdistan / Selîm Guven / Cihê ji dayikbûnê: Amed

Merwan Zana / Kadîr Kon / Cihê ji dayikbûnê: Mersîn

Çekdar Şax / Ûgûr Aras / Cihê ji dayikbûnê: Wan

Mûnzûr Amed / Hakan Okşak / Cihê ji dayikbûnê: Amed



 NAVENDA NÛÇEYAN