Ji Fermandarên HPG’ê yên Şengalê Dilşêr Herekol di merasîma rêkirina gerîlayan de weha axivî: “Hêzên YBŞ û YJŞ’ê gihan wê astê ku parastina Şengalê û pêşengiya operasyonên rizgarkirinê yên ji vir û şûn ve bikin. Ji ber vê sedemê em êdî beşek ji hêzên xwe li Şengalê kêm dikin.”
Herekol di dewama axaftina xwe de diyar kir ku heya cihên din ên Şengalê bi temamî ji destê çeteyên DAIŞ’ê bên rizgakirin, hêzên wan wê destekê bidin hêzên YBŞ û YJŞ’ê û hemû erka li Şengalê bikeve ser milê wan dê wê pêk bînin.
Avakirina fermandariyeke hevbeş Fermandar Dilşêr Herekol da xuyakirin ku li Şengalê ne tenê li gel hêzên YBŞ û YJŞ’ê, di heman demê de ew amade ne ku li gel hêzên pêşmerge jî fermandariyeke hevbeş ava bikin.
Herekol bi bîr xist ku hêzên HPG û YJA STARê ev 21 meh in li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi şêweyek aktîv şer dikin û got, “Me pêşengî kir li operasyona rizgarkirina navenda Şengalê û gundên li rojavayê Şengalê. Heya niha jî ev têkoşîna me didome. Niha jî em bi şêweyekî qismî hêzên xwe kêm dikin.”
‘Gihane asta xweparastinê’
Herekol diyar kir ku ew dixwazin tevlî operasyona Mûsilê bibin û wiha dewam kir; “Bi ezmûnên xwe yên leşkeri, dîsan nêzî du salan e ku serketinên me yên li hemberî DAIŞ’ê hene; em bawer dikin ku di vê operasyonê de di wateyek ciddî de em ê karibin rola xwe rabin.”
Herekol di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku hêzên YBŞ û YJŞ’ê gihane wê astê ku karibin gelê Êzîdî biparêzin û axaftina xwe weha bi dawî kir; “Hêzên YBŞ û YJŞ’ê ku hêzên parastina cewherî yên gelê me yê Êzîdî ne, gihane asta karibin Şengalê biparêzin, ji ber vê me jî komek gerîlayên xwe derbasî Herêmên Parastina Medya kir.” Piştî merasîmê hêzên HPG û YJA STARê bi dirûşim û çepikan hatin oxirkirin.
ŞENGAL/ ROJNEWS