Berdevkê Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) diyar kir ku baregeh û nevendên leşkerî û îstixbaratî yên eskerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê li dijî Herêmên Parastina Medya û hêzên gerîla di nava amadekariyên êrîş û planên qirêj de ne û diyar kir ku di rewşeke wiha de mafê wan ê bersivdayîna li hemberî van navendan jî heye.
Berdevkê NÇR-HPG’ê Bextiyar Dogan di daxuyaniya ji bo ANF´ê de bal kişand ser navendên leşker û îstixbaratê yên Tirk ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine û got; “Li rexmê nerazîbûnên li hemberî hebûna wan a li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî, ev navend û baregehên ku ev xak dagir kirine, divê bê zanîn ku bi qasî navendên ji bo êrîş û amadekariyên li dijî Herêmên Parastina Medya û hêzên gerîla ne, ew çend jî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê jî cihê metirsiyê ne.”
Berdevkê NÇR-HPG’ê agahiyên weke navendên îstixbaratî û leşkerî yên dewleta Tirk ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne, di demên dawî de li hemberî Herêmên Parastina Medya û hêzên gerîla di nava amadekariyên êrîş û çêkirina planan de ne bi bîr xistin û wiha dewam kir; “Divê bê zanîn ku heya roja îro weke hêzên gerîla bi berçavgirtina hessasiyetên Başûrê Kurdistanê û ji bo ti zererek negihe destketiyên Başûr, li hemberî van navend û baregehên di rewşa dagirkeriyê de, ti çalakiyeke me çênebûye. Lê li dijî Herêmên Parastina Medya û hêzên me yên gerîla her cûre êrîş û hewldaneke veşartî ya di çarçoveya van navendan de, hêzên me yên gerîla li hemberî van navendên navbirî wê mafê bersivdanê bi kar bînin. Divê di serî de raya giştî ya Başûrê Kurdistanê, hemû derdor û pêkhate vêna baş bizanin.”
Berdevkê NÇR-HPG Bextiyar Dogan diyar kir ku wan di vê çarçoveyê de agahdarkirina raya giştî weke erkekî dîtiye û got; “Di vê çarçoveyê de di serî de hikûmeta Başûrê Kurdistanê, em hemû derdor û raya giştî ya Başûrê Kurdistanê vedixwînin ku li hemberî rewşên wiha hişyar bin.”
ANF / BEHDÎNAN