Ceylan karkeran bir qereqolê û piştre li ber deriyê qereqolê daxuyaniyek kin da. Ceylan, got: "Min ji kesên ku telefonê min kirin re got 'Ez nikarim bi tena serê xwe werim û we bigirim' Min piştre agahî da leşker û emniyetê. Piştî agahdarkirinê, ez di bin çavdêriya emniyetê de çûm û min her du kesan anî û teslîmê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê kir. Niha her du karker di qereqola cendirmeyan a navçeyê de tên girtin.

Piştî ku dozgeriyê îfadeyên wan girt, li bendê ye ku serbest bêne berdan. Ew weki ÎHD'ê ji bo berdana 3 kesên din dê di nava hewldanan de bin." Ceylan, da zanîn ku rewşa her du karkeran baş e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her du karkeran di îfadeyên xwe de diyar kirin ku ew li rastî tu muameleyên xirab nehatine."

BEDLÎS




HPG: 9 karker piştî lêpirsînê hatin berdan


Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan di 25’ê tebaxê de gerîlayan bi ser şantiya li Agiriyê de girtin, wesayîtek şewitandin û 9 karker bin çav kirin. Hat diyarkirin her 9 karker hatin berdan. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê vê çalakiya gerîlayan de ev agahî da; “Di 25’ê tebaxê de li navenda Agiriyê gerîlayên me ketiye şantiyeya li gundê Sindo yê, li vir maşîneke şantiyê hatiye şewitandin û 9 karker jî ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. Piştî lêpirsîna karkeran qediyaye, di 26’ê Tebaxê de hatine berdan.”