
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got di nav çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li dijî mewziyên leşkerên Tirk ên ku li girê Koordîne yên Çelê bi cih bûbûn çalakiyek hatiye lidarxistin. Her wiha diyar kir ku li Wanê jî êrîşên giran birine ser artêşa Tirk ku di encamê de 6 leşker û 7 polîs hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir ku di 10’ê Hezîranê de yekîneyên wan li dijî mewziyên leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li girê Koordînê yên Çelê çalakiyek li dar xisitine û got: “Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. 10’ê Hezîranê saet 23.00’an artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêrê êrîşê yên kobra girê Petrûtê yê Çelê yê Colemergê bombebaran kiriye û bi skorsykyan leşker daxistine qadê. Dîsa 10’ê Hezîranê saet 09.00’an hêzên me avêtin ser konwoyeke leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji qereqola Xerxolê ber bi navçeya Dihê ve diçû. Ji nêz ve li leşkerên piyade ku ewlehiya konwoya wesayitên zirxî digirin derb hate xistin. Hêzên me li dijî wesayita zirxî ya di konwoyê de çalakiya sabotajê pêk aniye û wesayita zirxî ya bi tîpa akrep hatiye rûxandin. Di çalakiyê de derb li wesayiteke sivîl a di konwoyê de jî hate xistin ku kontraya ev wesayita zirxî bi kar dianîn, di vê çalakiyê de 11 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê qereqola TRT Dihê bi obûs û hewanan li derdorê xistiye. Li aliyê din Artêşa TC’ê ev du roj in li dijî qadên Bilbeysê, Batê, Hemkan, Pîrosa, Zevyan û Melîsa yên Şemzînanê operasyona dagirkirinê dane destpêkirin.“
Hatin nêçîrê bûne nêçîr
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li dijî leşkerên derketî operasyonê jî çalakî pêk anîne û got: “9’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li qadên Çilmêra, Deriyê Doskî, Deriyê Cebraîl, Çelê Jehrê yê Cûdî ya Şirnexê operasyona dagirkirinê dane destpêkirin. Hêzên me 10’ê Hezîranê saet 13.00’an li dijî yekîneyên dijmin ku di navbera Deriyê Cebraîl û Çilmêra de bi cih bûbûn çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de diyar nebû ku çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne, lê mewzî bi temamî hatin rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hewanan li Çelê Jehrê, Kaniya Dolê û Girê Zorava xistiye. Operasyon heman rojê saet 22.00’an bê encam vekişiyaye.“
Li Dara Hênê şer
Di daxuyaniyê HPG diyar kir ku li Çewlikê şer qewimiye û HPG’ê got: “9’ê Hezîranê saet 20.30’î li qada Sêgamergê ya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker rastî hev hatine û şer derketiye. Di vî şerî de tespîtbûyî leşkerek hatiye kuştin û 1 leşker birîndar bûye.
9’ê Hezîranê artêşa dagirker a TC’ê li qadên derdora gundên Metana, Alz, Tukermav, Hasardagi, Kosalan û Krîsê yên Çewlikê operasyon dane destpêkirin. 10’ê Hezîranê beşek operasyonê vekişiyaye lê beşek ji dijmin bi veşartî li araziyê bi cih bûye.”
Gerîlayan li Amanosan jî li artêşa Tirk xist
HPG’ê diyar kir ku yekîneyên wan li Hatayê jî çalakî li dar xistine û wiha pê de çû: “9’ê Hezîranê saet 08.40’î yekîneyeke me ya gerîla li dijî qereqola Jandarma Karayilan a Skenderûnê ya Hetayê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de mewzî û qereqolê derb xwriye û her wiha li yekîneyên dijmin ên ku derketibûn araziyê jî derb xwarin. Baş zelal nebû bê ka di vê çalakiyê de çend leşkerên wan hatin kuştin û birîndar bûn lê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê û kuştî û birîndar rakirin.
Hêzên me 8’ê Hezîranê saet 12.00-13.00’ê li mintiqeya Şehîd Delîl a navçeya Qisle ya Dersimê li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Baş diyar nebû bê ka di vê çalakiyê de çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûne.’’
Li Wanê 6 leşker û 7 polîs hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di derbarê çalakiyên gerîlayê yên Westan û Elbakê de jî daxuyaniyek da û got: ‘’7’ê Hezîranê saet 05.30’î artêşa TC’ê ya dagirker bi ser qadên Qerebilya ya Elbak a Wanê bi balafirên keşfê, helîkoptêrên kobra û kontrayan operasyona dagirkirinê dane destpêkirin. Heman rojê saet di navbera 06.00- 17.30’î de di navbera hêzên me û artêşa dagirker a TC’ê de şer derket. Di v îşerî de 6 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa dagirker a TC’ê bi helîkoptêrên skorskyê kuştiyên xwe ji qadê rakirine. Operasyon saet 20.00’an vekişiyaye. Di operasyonê de 2 hevalên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.”
Polîs jî bûn hedefa HPG’ê
HPG’ê di derbarê çalakiyên li Wanê de diyar kir ku polîs jî bûne hedefa wan û got: “Hêzên me 9’ê Hezîranê saet 19.30’î li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Westanê ya Wanê çalakiyek li dar xistine. Derbeke serketî li avahiya emniyetê hate xistin û di avahiyê de şewat derketiye. Di çalakiyê de 7 polîs hatin kuştin û 4 polîs birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa dagiker a TC’ê 3 sivîlên ku ti têkiliya wan bi hêzên me re nîn in girtine û êşkence li wan kiriye. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serkeftî li cihê xwe vegeriyaye.
10’ê Hezîranê bi ser qereqola Bîbanê de ku leşkerên artêşa dagirker ên qada Şerefxan a navçeya Elbakê lê bi cih bûbûn çalakiyek hate lidarxistin. Derbên serketî li mewziyên leşkeran hatiye xistin û di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Bîbahê bi çekên giran li derdorê reşandiye.’’
ANF/BEHDÎNAN