
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiya berfireh a li dijî Şaxa TEM’ê û Hêza Çewîk A Midûryeta Emniyetê ya Amedê daxuyaniyekî nivîskî da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakî di encama amadekariyekî profesyonel de pêk hatiye. Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser êrîşên qirker ên AKP-MHP’ê ya li ser Kurdan, hat diyarkirin ku çalakî ji bo bîranîna ‘Şehîdên Amedê’ pêk hatiye. HPG’ê, destnîşan kir ku gerîlayên ku çalakî lidar xistine bi sax û silametî gihiştine cihên xwe.
Amadekariya profesyonel
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:
“Hêzên me yên gerîlla herî dawîn di 11’ê Nîsanê de (pêr li Baglarê ya Amedê li hemberî Gerînendetiya Emnîyetê û Avahiya Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê, çalakiyeke berfireh pêk aniye. Piştî amadekariyeke profesyonel, 2540 kîlo teqemenî ji binê erdê li bin avahiya ku her carê 150-200 polîsên hêzên çevîk lê hene, di dema mesaiyê ango di 10.45’an de hatiye teqandin. Tîma me ya çalakiyê ya ku peywira xwe bi serkeftî bi cih anî, bêyî windahî dûre gihiştiye baregeha xwe.
Ev çalakî ji bo hevrêyên me yên di operasyonên meha Adarê yên li Eyaleta Amedê de bi qehremanî li ber xwe dan û gihiştin şehadetê, û ji bo hişyariya polîtîkayên tecrîd, îzolasyon û pêkutî û îşkenceyê yên koalîsyona AKP-MHP’ê yên li ser girtîgehan, hatiye kirin.“
AMED