Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê li leşkerên Tirk dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî dan: “Roja 19’ê Adarê saet di 13:00´an de, hêzên me bi hawanan li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê da. Hejmara leşkerên li vê derê kuştî û birîndar bûyî, nehat zelalkirin.

18’ê Adarê saet di 17:00´an de, li dijî kepçeyeke artêşa TC ku li girê Colemêrgê li navçeya Çelê rê çêdikir, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encamê de kepçe bi temamî îmha bû.

16’ê Adarê saet di 15:30´î de, hêzên me li hemberî leşkerên li qereqola Dizgê ya li navçeya Şemzînanê çalakiya sûîqestê kir. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.” 


 ANF / BEHDÎNAN