Gerîlayên HPG’ê li Qilabanê li dijî sê deverên eskerî yên artêşa Tirk çalakiyeke berfireh li dar xist û di encamê de 10 esker kuştin. Li gorî daxuyaniyê, ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûne. HPG’ê li ser çalakiya gerîla ya li Qilabanê ev agahî dan: “Roja 24’ê Mijdarê li navçeya Qilaban a ser bi Şirnexê li dijî Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hêzên me ji 3 baskan ve çalakiyek kir. Derbên giran li çeper û stargehên li Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 10 eskerên dijmin hatin kuştin, gelek esker jî birîndar bûn. Artêşa dagirker, piştî çalakiyê bi tank, obus, hawan û balafirên şer bombe li herêma çalakiyê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd, piştre bi raya giştî re wê bên parvekirin.”
ANF/BEHDÎNAN