Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Şehîd Derwêş ê li Xakurkê, Şemzînanê û Dersimê li eskerên artêşa Tirk ên dagirker dan. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê got; ”Hêzên me li dijî tevgera dagirker a li Xakurkê, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 11’ê Hezîranê li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de çeperek hat rûxandin û 3 esker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxist.

Li qereqola Tepê Ortê dan

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me di heman rojê de li dijî qereqola Tepê Ortê ya Çelêya Şemzînanê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hêzên me li çeper û stargehên di hewşa qereqolê de dane û hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker saet di 09.30’an de Qada Dola Qominîsta bomberdûman kir. Di vê bomberdûmanê de zirar negihişt hêzên me.

Li Dersimê bi lehengî şer kirin

Di 9’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Cafer, Şehîd Welat û Çiyayê Sûsûzê ya Dêrsimê operasyoneke dagirkeriyê dan destpêkirin. Di vê çalakiyê de kesê bi navê Şêxo Amed (Şeyhmûs Ozdemîr) piştî ku dîl ket destê dijmin, bû kontra. Li gorî agahiyên ku vî kesî dane artêşa Tirk operasyona xwe li qadên Mêrga Çepera û Mêrganê domandiye. Ev operasyon bi qasî mehekê domiyaye û di 8’ê Hezîranê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimiye. Artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kir. Hêzên me di van şeran de li ber xwe dan. Di vî şerî de hevrê û hevalên me Dîcle, Berfîn, Nûda, Havîn, Kînem piştî şerekî qehremanî şehîd bûn. Em ê nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd piştre ji raya giştî re eşkere bikin.

 

BEHDÎNAN