HPG’ê diyar kir ku di 23’ê Hezîranê de Cîhan Çelebî (Hakî) yê ku di fermandariya eyaletê de cih digire û sê gerîlayên din di şer de li Dêrsimê şehîd bûne. HPG’ê nasnameya gerîlayan eşkere kir û soza serfiraziyê da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Me di daxuyaniya xwe ya di 4’ê Tebaxê de diyar kiribû ku 23’ê Hezîranê li nêzî gundê Zamekê yê Dêrsimê di şer de 4 hevalên me şehîd bûne. Hevrêyên me Hakî (Cîhan Çelebî) yê di Fermandariya Eyaleta Dêrsimê de, hevalên pê re Adnan (Mahmût Alinbay), Rizgar (Abdulkerîm Arvas) û Sîdar (Mazlûm Atar) piştî şerekî bi qehremanî yê li hemberî dijmin şehîd bûn.”

Nasnameya gerîlayên şehîd jî HPG´ê wiha ragihand: Hakî Pîr (Cîhan Çelebî) yê li Dêrsimê ji dayik bûyî, Adnan Pîro (Mahmût Alinbay) ê li Amedê jidayikbûyî, Rizgar Sabrî Şahîn (Abdulkerîm Avras) ê li Bedlîs jidayikbûyî, Sîdar Dêrsim (Mazlûm Atar) ê li Dêrsimê ji dayik bûyî.

Fermandarekî pêşeng

HPG´ê ji bo fermandarê xwe got, “Hevrê Hakî sala 1978’an li Dêrsimê ji dayik bûye û bi çanda Kurd a Dêrsimê mezin bûye. Li hemberî polîtîkayên dijmin ên qirkirinê sala 2004’an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Hakî bi kesayetiya xwe ya dînamîk û fedakar di nava demeke kurt de xwe di warê eskerî de bi pêş ve biriye û peywirên xwe bi berpirsyarî pêk anîne. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Dêrsimê wekî nûnerekî xeta fedaî ya tevgera Apoyî bi dilekî saf û paqij tevlî nav xebatan bûye.”

Ji bo gerîlayên yên din jî HPG´ê got, “Hevrêyên me Adnan, Rizgar û Sîdar jî dema ku dewleta Tirk bi hovane êrişî gelê Kurd dikir, tevlî nav refên gerîlayan bûne û her hevalekî me bi pratîka xwe ya di gerîlatiyê de bûye sembola ked û fedakariyê. Malbatên hevrêyênme yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê hemûyî re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna şehîdên xwe di têkoşîna xwe de zindî bikin.”

 

ANF/BEHDÎNAN