Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkîldarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û hewl didin bûyerê zelal bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di encama lêkolînan de derket holê ku teqîna li Sûrê ji aliyê HPG’ê û hêzên me yên eyaleta Amedê ve nehatiye kirin. Lê belê eşkere bû ku ev çalakî ji aliyê yekîneyeke cuda ya herêmî ve, li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li Sûr û Amedê hatiye kirin. Çalakiya li navçeya Mêrdînê Qoserê jî ji aliyê yekîneyeke ser bi HPG’ê ve hatiye lidarxistin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Hem cih hem jî şêweyê pêkanîna çalakiyên li Sûr û Qoserê cihê rexneyê ne û xwedî gelek kêmasiyan in. Lewma lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di çalakiyên ji niha û pê ve, ji bo sivîl bi ti awayî zerarê nebînin, ji bo bi tenê hêzên dagirker mêhtinger hedef bên girtin, wê bi berpirsyarî û hesasiyeteke mezintir çalakî bên kirin.” HPG´ê rexne li wan derdorên li hemberî terora dewleta Tirk û hovîtiya wê bê deng man û li hember bûyerên navbirî daxuyanî dan, girt û ji bo wan got, “Feraseteke rasteqîn a civaka sivîl a li Kurdistanê divê li dijî her şêweyê şîdetê û neheqiyê derkeve. Eşkere ye, yên li dijî hêzên dagirker dernekevin û bi tenê li hemberî kêmasiyên şoreşgeran daxuyaniyê bidin, wê bi tenê bi kêrî mêhtingeran bên. ”HPG´ê di bûyeran de xemgîniya xwe ji ber mirina sivîlan îfade kir û sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî re xwest.
NAVENDA NÛÇEYAN