Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk dewam dikin. HRE diyar kir ku di çalakiya li Mare û Efrînê de 3 çete hatine kuştin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora wê dewam dikin. 12’ê Îlonê hêzên me çalakiyeke sekvaniyê li dijî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare li dar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin. Heman rojê hêzên me bi çalakiyeke sabotajê liv û tevgera pêşdehatinê ya çeteyên Cebha El-Şamiyê li derdora gundê Malikiyê yê girêdayî navçeya Şera kirin armanc. Di encamê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin.”

 

EFRÎN